Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda û Herêma Kurdistanê Ser Mûçeyên Fermanberên Kurdistanê li Hev Dikin


Saman got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku kontrola xalên sînorî vegerîne desthilata hikûmeta navendî

Îraq, piştî peywendîyeke telefonê di navbera serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî û serekwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de razî bû ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bide.

Rojnamevan Saman Nuh ji Dengê Amerîka re got ku ev rêketin piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn şertên Bexdayê qebûl kirin, pêk hat.

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku xalên sînorî yên li herêmê vegerîne desthilata hikûmeta navendî ya li Bexdayê.”

Nuh got ku ger ev rêketin zû bi cîh be, hîngê ev dikare hêvîyekê bide fermanberên Herêma Kurdistanê.

“Jiber ku herêm di karesteke aborî de ye, hewcedarî Bexdayê ye,” wî di dawîya axaftina xwe de got.

Bexda û Herêm li ser Muçeyên Fermanberên Kurdistanê Rêkkeftin
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:06 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG