Berdevkê wezareta derve yê Îranê Behrem Qasimî îro Duşemê bang li Tirkîyê kir ku dawî li operasyona xwe ya hember Efrînê bîne.
Qasimî hişyarî da Enqerê ku ew operasyon dikare rê li ber vegera terorîstan ji Sûrîyê re veke.
“Domandina operasyonên leşkerî yên Tirkîyê wê bibe sedem ku bêîstiqrarî û teror vegere Sûrîyê. Divê Enqerê pêdaçûnê li ser sîyaseta xwe bike,” Qasimî got.
Wî daxwaz ji Tirkîyê kir ku di çarçoveya danûstandinên Astana de hemî kiryarên xwe yên li nav Sûrîyê pêk bîne.