Parlemena Îraqê roja Seşême qanûneke lêborînê pejirand ku wê rê li ber berdana bi hezaran girtîyan veke.
Qanûna lêborînê jibo hemû Îraqîyên mehkûmkirî û kesên ku bi tawanên ku hîn di bin lêpirsînê de ne yan jî darizandina wan didom e, derbazdar e.
Di heman demê de, qanûn rê dide jinûve nirxandina cezayên darvekirinê.
Qanûndaneran roja Pêncşemê ji Reutersê ragihand ku bi wê qanûna lêborînê ewê Îraqîyên ku jiber êrîşên dijî hêzên Amerîkî û kesên ku jibo Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer kirine, mehkûm bûne jî werin berdan.
Belgeya qanûnê ku ji hêla Reuters ve hatîye dîtin, destnîşan dike ku kesên ku jiber tawanên terorîzmê - kuştin, seqetbûn, talankirina, saziyên hikûmetê, û leşkerkirin an tevlîbûna rêxistinên terrorist- dikarin jinûve darizandinê daxwaz bikin, ger îdia bikin ew rastî mikurîya bi zordarîyê hatine.
Jêderên dadwerî û qanûndaneran piştrast kirin ku kesên ku jiber êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraqê hatine mehkûmkirin, dikarin ji qanûnê sûd werbigirin.
Partîyên Sunî li parlemana Îraqê piştgirîya qanûnê dikin, jiber ku gelek wan kesên ku bi tawanên wiha girtî ne Sunî ne û piranîya wan bi endambûna El Qaîde, DAIŞ û êrîşên dijî hêzên Îraqî û sivîlan hatine mehkûm kirin yan tên darizandin, tawanên ku bi gelemperî di navbera 2004 û 2018’an de hatine pêk anîn.
Parlamenên Sunnî texmîn dikin ku herî kêm 30 hezar girtîyên Sunî wê karibin derfeta jinûve darizandinê bi dest bixin.
Jêderên dadwerî dibêjin, derdora 700 endamên milîtanên Şîa ku niha bi tawanên terorîzmê hatine mehkûmkirin, girtî ne jî wê ji qanûnê sûd werbigirin; ku ji alîyê hêzên Amerîkî ve di navbera 2004 û 2008’an de, jiber êrîşên dijî leşkerên Amerîkî hatine girtin.
Parlemena Îraqê di heman civîna Seşême de, di qanûna rewşa kesane de jî guhertinek pejirand, ku ji alîyê piranîya partîyên Şîa ve hatibû pêşkêşkirin.
Ew guherîn ewê rê bide misilmanên îraqî ku jibo mijarên statûya kesane qanûnên şerîetê yên Sunî yan Şîa bijêrin, li şûna pîvana yekane ya bêyî mezheb û olan.
Rexnegir dibêjin guherînên bi wî awayî ku di mijarên kesane, wek zewac, hevberdan, û mîrasê de rê didin hiqûqa mezhebî, dibe ku di navbera Îraqîyên Sunî û Şîa de dabeşkirina qanûnî çê bike û cudahîyên mezhebî zêdetir bikin.
Parlemenê herwiha qanûnek din jî pejirand, ku qanûndanerên Kurd pêşkeş kiribûn.
Qanûn destûr dide ku zeviyên çandinîyê yên berîya sala 2003’an dest hatine ser dayîn, werin vegerandinê xwedîyên wan yên resen, ku bi gelemperî Kurd in.
Jêder: Reuters