Du teqînen xwekujî roja Duşemê li paytexta Îraqê çêbûn û tê de herî kêm 27 kes hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.
Ew du kiryarên xwekujîyê li Meydana Teyran ya li navenda Bexdayê û di nav demjimêrên qelebalixên sibêhê de hatin encamdan. Ew dever navendeke kirîn û firotinê ye û jiber karkerên ku li kar digerin, gelek qelebalix e.
Wezareta Saxlemî ya Îraqê da zanîn ku êrîşan de bi kêmî ve 27 kes hatine kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûne.
Dr. Seyf el-Bedir, berdevkê wezareta saxlemî ya Îraqê di daxuyanîyekê de ew êrîş çermezar kirin.
“Em wan êrîşên hovane û namerdane şermezar dikin ku kesên bêguneh û komeke karkerên li benda rizqê xwe yê rojane bûn, kirin armanc.”
Bedir herwiha got ku hemî kesên hatine kuştin, berî bigehin nexweşxanê canê xwe ji dest dan û birînên sê ji kesên birîndar giran in.
Hêjayî balkişandinê ye ku hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe, lê peqînên pêştir ji alîyê DAIŞê ve hatibûn kirin.
DAIŞ'ê pirtirî sê salan berî niha beşeke berfireh ji bakur û rojavaya Îraqê kotrol kiribû.
Ew rêxistina tundrê di encama operasyonên leşkerî yên Îraqê de, bi alîkarîya milîşayên Şîa û êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, ji piranîya bajar û deverên din hatibû derxistin.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî meha borî serkeftin bi ser wê grubê de ragihandibû, lê endamên koma tundrê li çend cihên Îraqê êrîşên xwe berdewam kirine.