Lînkên eksesibilîtî

 
Bexda Bang li Tirkîyê û PKK Dike ku Piştî Peyman Aştîyê ji Îraqê Vekişin
Breaking News

Bexda Bang li Tirkîyê û PKK Dike ku Piştî Peyman Aştîyê ji Îraqê Vekişin


Dîmeneke şervanên Kurd yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Qendil ya li Îraqê (AP, Tebax, 2010)
Dîmeneke şervanên Kurd yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Qendil ya li Îraqê (AP, Tebax, 2010)

Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî ya Îraqê roja Çarşemê bang li hêzên Tirkîyê û milîtanên PKK kir ku ji bakurê welêt vekişin, ger plana aştîyê di navbera Enqere û komê de bi awayekî serketî were bicîh kirin.

Şewirmend Qasim el-Erecî ev daxwaza Îraqê di hevpeyvîneke bi AFP re dîyar kir.
"Em ne PKK û ne jî artêşa Tirkîyê li ser axa xwe naxwazin... Îraq dixwaze her kes vekişe. Tirkîye ji carekê zêdetir gotîye ku Îraqê ti armanceke wê ya axê tuneye,” wî got.

Rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li rexistina xwe kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.

Piştî banga Ocalan PKK’ê dîyar kir ku ew agirbestê radigihîne û ewê li gor banga wî tevbigere.

Hikûmeta serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, hevbendê wê yê neteweperest Dewlet Bahçelî jî piştgirî dan banga Ocalan.

Ev rewşa nû dikare bandorên girîng li Îraqê bike, jiber ku li bakurê welat gelek bingehên Tirkîyê û PKK hene.

Bexdayê pêşwazîya banga Ocalan ya danîna çekan kiribû kir û gotibû ku ev yek dikare aramî û ewlehîya herêmê baştir bike, dema ku ji her du alîyan pêşxistina ku plana xwe ya aştîyê xestibû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG