Hikûmeta Îraqê di 14’ê Adarê de cara yekê ragihand ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wî welatî wek rexistineke qedexekirî hatiye pênase kirin, berîya egera serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ya di meha pêş de bo Bexda û Hewlêrê.
Ev biryar hat eşkere kirin, piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, yê berevanîyê Yaşar Guler û berpirsê dezgeha îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin di heman rojê li Bexdayê û wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husêyîn û karbidestên payebilind yên Îraqî re di "hilcivîna ewlehîyê" de kom bûn.
Di daxuyanîya hevpar ya piştî wê hilcivînê hat gotin ku her du alîyan "destnîşan kirine ku hebûna PKK’ê ya li Îraqê "binpêkirina qanûna bingehîn ya Îraqê ye."
Aydin Selcen di navbera 2010 û 2013’an de Konsulê Giştî yê Tirkîyê yê Hewlêrê bû û niha wek pisporê serbixwe ser Îraq û Sûrîyê dinivîse.
Selcen civina karbidestên Tirk li Bexdayê û biryara qedekirina PKK’ê ji Dengê Amerîka re nirxand.
" Tê fem kirin ku peywendîyên vê carê yên bi Îraqê re pêş amadekarîyên serdana Erdogan û hevdem bo berfirehkirin û kûrkirina operasyona leşkerî ya berdawamî li Îraqê ber bi havînê amadekirina ‘dikê’ armanc dikin, " Selcen got.
Di wê daxuyanîya hevpar ya her du welatan de hat gotin ku , "Tirkîyê pêşwazîya biryara Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê dike ku PKK'ê wek rêxistineke qedexekirî pênase kiriye."
Dîplomatê berê Selcen bale dikşîne ku bêaramîya li Sûrîyê û Îraqê û herwiha dibêje ku li wan welatan bi awayekî "bêdewletbûn" yan jî nekanîna serwerîya neteweyî didome, dema ku Îran gefa serekî ya heremî ye û li Bexdayê serdest e.
"Wek mînak ew (Îran) ji niha ve bi rêya Malikî gelek kar dike ku serokwezîrê îro Sudanî sibê nikaribe hevpeymanîye bo hilbijartinê ava bike, yan jî ger serbixwe were hilbijartin jî careke din nikare bibe serokwezîr. Çawa ku berê rê nedan Muqteda Sadr."
Selcen herwiha dîyar dike dema ku mijar dibe PKK e karbidest û pisporên Tirkîyê ji çepgiran bigirê heta rastgiran, aqilmendî tavnagerin, nirxandinên kûr naxin.
"Kîjan Bexda?, Hikûmet yan karbidestên ku di gel civîn hatine nûnertîya kî, çi û heta kîja radeyê dike? Derfet û kanînên Bexdayê çi ne?, Bexda li welatê xwe çiqas serdest e? Li nava artêş, îstixbarat û ewlekarîya Îraqê kîjan navendan li ku derê xwe bi cîh kirin?" “Kîjan ji van di bin kontrola Îranê de ne? Kes wan pirsan napirse."
Enqerê operasyonên derveyî sînor yên dijî PKK ku li herêmên çiyayî yên bakurê herema Kurdistana Îraqê ne, zêde kirine û hişyarî dide ku wê destwerdaneke nû ya herêmê bike.
PKK ku di 1984'an de dijî dewleta Tirk çek hilgirtiye, ji alîyê Tirkîyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî (YE) ve wek komeke terorîst tê dîtin.
Enqere demek e dirêj e ku di şerê xwe yê dijî ji PKK’ê ji Bexdayê pirtir piştgirîyê dixwaze. Hevdem, artêşa Tirk ji 2019’an vir ve li herema Kurdistana operasyonên xwe yên bi navê "Pençe-Kilît" zêde kirine û hişyarî dide ku wê destwerdaneke nû ya herêmê bike.
Tevî ku di civîna hefteya borî de, PKK hem jibo Tirkîye û hem jî jibo Îraqê gefeke ewlekarîyê hat destnîşan kirin jî li gor şîrovekaran daxwaza bingehîn ya Enqerê pêk nehatiye jiber ku Tirkîyê dixwest PKK weke 'rêxistina terorê' were bi nav kirin.
Pispor û şîrovekarê sîyesata Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn ji Dengê Amerîka re ragihand ku naveroka pênaseya ‘rêxistina qedexekirî’ nê dîyar e û PKK bi awayekî vekirî wek 'rêxistina terorê' nayê bi nav kirin.
"Ger wiha bihata nav kirin, wê rêvebirîya Erdogan bi şanazî û bi dengekî bilind wê ev yek dîyar bikira. Dîsa jî, ew biryar dibe ku wek şikeştinek ber bi rêgeha ku Enqere dixwaze were hesibandin."
Taştekîn bal dikşîne ku têkilîyên PKK'ê yên bi Bexda re ne li ser bingeha 'dijmintiyê' bûn, dema ku li Bexda jî PKK wek pirsgirêka Tirkîyê didît.
"Hêzên Berxwedana Şengalê ku ji alîyê Êzîdîyên di xeta PKK’ê de ne, li Şengalê hatine ava kirin, ji hikûmeta navendî piştgirî wergirt. Têkilîyên wan (PKK) bi Haşdî El Şabî re jî, baş in."
Şîrovakar Taştekîn dîyar dike ku pênaseya ‘rêxistina qedexekirî’, ji hêla hikûmeta Îraqê ve, jibo kêmkirina nerazîbûnên dijî operasyonên leşkerî yên Tirkîyê were xebitandin.
Ew herwiha bi bîr dixe ku Tirkîye bo kirina opreasyonên leşkerî yên li Îraqê hewcedarîya ti sedemekî qanûnî nabîne, jixwe heya niha opreasyoneke ku bixwaze ku bixwaze bê belge, dike.
"Yanî Tirkîye amûrek ku dikare wek 'dengbir' bi kar bîne, bi dest xistiye. Lê, hêvîyên Enqerê ku ser vê pênase tedbîrên pratîkî werin girtin, dibe ku neyên bi cîh anîn."
Taştekîn bo sedema vê yekê jî şêwaza avabûna hikûmeta Îraqê dide berçavan û dibêje ku ew ser hevsengiyên demkî yên ne xurt radiweste.
"Tevî ku pêkhateyên ku bi Îranê re baş li hev dikin hene, yên ku ji bandora Îranê nerehet in jî hene. Bloka Sunnî di nava xwe de perçe bûye û di bin bandora Îran, Tirkîye û welatên Kendavê de ye. Kurd jî ne yekbûyî ne. YNK zêdetir bi Îran û blokên Şîa re tevdigere."
Taştekîn bal dîkşîne ku li Îraqê jiber vê wêneya perçebûyî, ti aktoreke ji derve nabe dîyarkera tekane yê dawîn, herwiha bo hevbîrbûnekî pêdivî ye ku hemû alî razî bibin.
"Loma jî dema karbidestên Tirk diçin Bexdayê, ne tenê bi serokwezîr re nacivin; bi serokomar, wezîrê derve, serokê civata ewlekarîya netewî û serokên fraksîyonan re jî dicivin."
Taştekîn bi berdewamî dîyar dike ku ev yek jî zahmet dike ku nexşerêyek bi Bexdayê re were dîyarkirin û şopandin.
"Loma, desthilatîya serokwezîr bi gelek hevsengîyan sînordar kiriye. Nirxê rastîn ya sozên ku li Bexdayê hatine dayîn, wê sînordad," Taştekîn got.
Endamê Komîteya Rêvebir ya PKK'ê Murat Karayilan serhevdîtinên di navbera Tirkîye û Îraqê de, di hevpeyvînek bi Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) de bertek nîşan dabû.
Karayilan hişyarî dabû ku "ne di berjewendîya Îraqê de ye" ku piştgirîyê bide operasyona leşkerî ya nû ku hêzên Tirk amadekarîyê dikin, jiber ku "Hikûmeta Îraqê wê dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike."
Michael Rubin li Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) li Washington DC şîrovakar e û pispor e sîyaseta Îran, Tirkîye, û Rojhilata Navîn e. Wî ji Dengê Amerîka re rewşa dawî ya têkilîyên Bexda û Enqerê nirxand.
Rubin, bo peywendîyên erênî pêşxistîna bi Tirkîyê re, derfirotina petrolê û dijîtîya PKK’ê wek sedemên serekî yên Îraqê şîrove dike.
" Tirkîye, jibo derfirotina petrola Îraqê rêyeke girîng peyda dike. Loma heta ku Enqere li şûna bi Hewlêrê re, bi Bexdayê re bixebite, Îraq wê bi Tirkîyê re li peywendîyên erênî û berhemdar bigere. Gelek Îraqî jî PKK'ê wek serêşîyê dibînin, lê ne wek şûrekî li ser sere xwe. Hevdem, gelek milîsên ku Îran piştgirîya wan dike ji PKKê aciz in, jiber hebûn û pêşbirka wê ku li herema Şengal û derdora wê temsîl dike," Rubin ji Dengê Amerîka re got.
Şirovekarê Amerîkî Rubîn destnîşan dike ku pênaseya Îraqê ya PKK’ê ‘rêxistina qedexekirî’, di warê êrîşên Tirkîyê de, zexta ser Bexdayê ji hole radike.
"Bêguman ev yek ew hemû zextên jibo bersîvdayîna xurt ya ser bombebarana Tirkîyê ji hole radike; tevî ku hebûna berdewam ya Tirkîyê li herêmê, dibe ku Bexdayê aciz bike jî. Û ger Sûdanî bixwaze bi Barzanî re li hev bike, bi taybet jî piştî biryarên dawî yên dadgehê, ev yek rêyek bêmesref ji Bexdayê re peyda dike ku şaxê zeytûnê dirêj bike," Rubin got.
Pisporê AEI Rubin li ser vê mijarê helwesteke Washingtonê jî pêkan dibîne û dibêje ku dibe bang li hemû alîyan bike ku rageşîyê kêm bikin.
Lê, Rubin hevdem bale dikşîne ku di şerê navbera PKK û Tirkîyê de, Washington wê her tim Tirklîyê bibijêre.
"Biryareke rewa yan ne, Amerîka PKK’ê weke rêxistineke terorê bi nav dike. Tevî vê yekê, sala hilbijartinan e û gelek kêşeyên din derdikevin pêş. Loma ez gumanbar im ku ger rewş hêzên Amerîkî nekeve xeterîyê, Blinken, Austin yan Sullivan wê bixwazin ku li ser vê yekê pir demê xerc bikin," Rubin got.