Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê: Pêşmerge Vekişîyan Sînorên 2014'an


Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên pêşmerge li bakurê Îraqê bi şûnde vekişîyane sînorên Hezîrana 2014’an. Bexda, meha borî piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, bo herêmên nakok bi şûnde bistîne dest bi operasyonan kir.

Artêşê da zanîn ku hêzên hikûmetê herêmên Nînova yên di destê pêşmerge de sitandine.

Hêzên pêşmerge, sê sal berê dema Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê pêşde diçû, kontrola herêmên ku hêza Artêşa Îraqê têrê nedikir bi dest xistibû.

Bi piştgirîya Amerîka, hêzên pêşmerge Kerkûk jî ji DAIŞ’ê sitandibû.

Hêzên hikûmeta Îraqê û alîgirên wê, ser fermana Bexda, berê Kerkûk û dûre jî herêmên nakok yên li Nînova û Dîyala bi dest xistibûn.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî dijî referanduma serxwebûnê bertek nîşan dabû û ferman dabû artêşê ku hemî herêmên nakok bi şûnde bistîne.

XS
SM
MD
LG