Parlemana Îraqê, di nav xwepêşandanên berdewam yên qanûndanêran de, îro careke din dicive.
Serokê parlemanê Salim el-Ciburi daxwaza qedandina rûniştina do Çarşemê kiribû, piştî ku dengdana ser kabîneya nû hatibû paşxistin û qanûndanêr bi şîşeyên avê êrîşî hev kiribûn.
Qanûndanêrên ku tev li protestoya rûniştinê bûbûn, daxwaza karvekêşana Serokwezîr Heyder Ebadî û kabîneya wî ya nû kiribûn.
Ebadî meha borî lîsta wezîrên nû raberî parlemanê kiribû, rê pêşnîyarên wî rastî nerazîbûnên xurt hatibû, jiber ku blokên sîyasî dixwazin kesên xwe berbijar bikin.
Ebadî bang li bîragiştî kiribû ku divê hikûmeta nû ji pisporan pêk were, ne li gor daxwaza kom û partîyên sîyasî, lê alîyên sîyasî ew yek qebûl nekiribûn.