Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Dora 19,000 Kes ji Destpêka 2014'an Vir ve li Îraqê Hatin Kuştin


Dîmenên piştî êrîşeke bombeyî li Bexda
Dîmenên piştî êrîşeke bombeyî li Bexda

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê radigihîne ku nêzîkî 19,000 kes, di navbera Rêbendana 2014 û Cotmeha 2015, li Îraqê hatine kuştin û pirtir jî 3 mîlyon kes jî malên xwe hêlan.

NY bal dikşîne ku navbera bilindbûna tundîya li Îraqê û berfirehtirbûna herêmên bin kontrola DAIŞê girêdaneke xurt heye.

Berpirsê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Zeid Raad Al Hussein got, tevî tunebûna pêzanînên zelal, mirov dibîne ku rewşa sîvîlan li Îraqê çiqas xirab e û ew êşên giran dikşînin.

"Agahîyên heyî kesên ku ji tundyîya berçav hatine kuştin û birîndar kirin nîşan didin, lê gelekên din hene ku jiber tunebûna xwarina bingehîn, av û pêdivîyên saxlemîyê hatine kuştin."

Raporta Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku DAIŞ, 3,500 jin wek koleyên seksî kar tîne ku piranîya wan Êzîdî ne û bi berdewamî dîyar dike ku zêdegavîyên sîstematîk û berfireh hîn jî didomin.

XS
SM
MD
LG