Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Pêşangeha Parçeyên Şûnwarî ku Amerîka û Welatên Din Vegerandine Lidar Dixe


Dîmenek ji berhemên antîk, ku ji Îraqê hatibûn dizîn û piştî ku hikûmeta Amerîka bi dest xistin û vegerandin, li Wezareta Derve ya Îraqê Bexdayê têne pêşedan, Bexda 8 Tîrmeh 2024.
Dîmenek ji berhemên antîk, ku ji Îraqê hatibûn dizîn û piştî ku hikûmeta Amerîka bi dest xistin û vegerandin, li Wezareta Derve ya Îraqê Bexdayê têne pêşedan, Bexda 8 Tîrmeh 2024.

Îraqê îro Duşemê li Bexdayê bi merasîmekê pêşedana hejmareke berhemên şûnwarî kir ku ji alîyê Amerîka û welatên din ve hatine vegerandin. Ev Parçeyên entîke hatibûn dizîn û bi qaçaxî hatibûn derxistin derveyê welêt.

Piştî şerê Amerîka sala 2003’an, li seranserê Îraqê talankirineke berbelav ya berhemên kevnar yên dîrokî pêk hat. Gelek dîrokzan Îraqê wekî dergûşa şaristanîyê dibînin.

Ji wê demê ve, karbidestên Îraqî hewil didin ku bi hezaran berhemên arkeolojîk yên windayî tespît bikin û vegerînin welêt.

Wezîrê Derve Fuad Hisên di merasîma îro de ev berhemên ku herî dawî bidest xistine radestî wezîrê çand, turîzm û berhemên entîke Ahmed El-Bedranî kir.

Bedranî dîyar kir ku piranîya berhemên ku îro têne pêşandan ji alîyê Amerîka ve hatin vegerandin, piştî serdana serokwezîr Mihemed Şîa al-Sudanî li Washingtonê di Nîsanê de.

Bedranî got ku hin parçe jî ji hêla dewletên din ve hatine vegerandin, lê wî ti hûrgilî neda.

Wezîr Derve Hisên jî destnîşan kir ku bêtir "berhevokên arkeolojîk yên kêm dîtî" wê vê mehê ji hêla Swîsra û Japonya ve werin vegerandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG