Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Navendî ya Îraqê ji Bankayan Dixwaze ku Şaxên Herêma Kurdistanê Bigirin


Banka navendî ya Îraqê îro Pêncşemê ferman da bankayên taybet ku şaxên xwe Ii Herêma Kurdistanê, di nav hefteyekê de bigirin ku rûbirûyê qedexeya firotina dolaran nebin.

Banka navendî ya Îraqê got ku heta 14’ê mehê dem ji hemî bankayan re hate dayîn ku wê fermanê bi cîh bînin da ku neyên ceza kirin.

Jêderên bankavanî ya Îraqî dibêjin ku armanca biryara nû kontrolkirina herikîna dirava bîyanî ji Herêma Kurdistanê ye.

Ev gava nû wek beşeke cezayên hikûmeta navendî ya hember referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ye.

Bexda berê jî firîngehên li Hewlêr û Silêmanî daxistibûn.

XS
SM
MD
LG