Wezareta Berevanîyê ya Tirkiyê îro roja Yekşemê ragihand ku di operasyoneke leşkerî da li dijî şervanên Kurd li bakurê Iraqê, leşkerekî din yê Tirkiyê hatîye kuştin.
Leşker roja şemiyê dema ku ew û leşkerên din nêzîkî teqemenîyekê da derbas dibûn di encama teqînê da hatîye kuştin.
Bi vê yekê hejmara leşkerên Tirk yên ku li herêmê hatine kuştin ji roja Sêşemê û êreve gihişte 7 kesan.
Tirkiyê çendîn operasyon li wê herêmê dest pê kirine dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku Enqere û hevalbendên wê yên rojavayî dibêjin rêxistineke terorîst e.
PKK li Kurdistana Iraqê ya xweser xwedî kamp û baregehên rahênanê ye û ji sala 1984an êreve li dijî dewleta Tirkîyê serhildanekê dimeşîne ku di wî şerî da 40,000 kes hatine kuştin û gelek ji wan sivîl in.
Enqere gelek operasyon li dijî şervanên PKK li Iraq û Sûriyê dest pê kirine, ya herî dawî li bakurê Iraqê di sere meha Nîsanê da dest pê kiribû.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê got ku Tirkiye dê di demek nêzîk de dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê bike bo çêkirina "herêmeke ewlehiyê" ya bi kûrahîya 30 kîlometran li ser sînorê wan.