Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda 'Leşkerkêşîya' Artêşa Tirkiyê ya Bakurê Iraqê Şermezar Dike


Firoka Tirkiyê li esmanê Herêma Kurdistana Îraqê
Firoka Tirkiyê li esmanê Herêma Kurdistana Îraqê

Karbidestên Îraqî dîsan operasyonên leşkerî yên Tirkîyê û "zêdegavîyên" li bakurê Îraqê şermezar kirin, û bang li Enqerê kirin ku bi awayekî dîplomatîk bi wan re hevkarîyê bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekarî yên hevbeş.

Li herêma otonom ya Kurdistanê li bakurê Iraqê, artêşa Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku Enqere û gelek hevalbendên wê yên rojavayî wek grûpeke “terorîst” bi nav dikin, dest bi êrîşan dike.

Roja Çarşemê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî serpereştiya civîneke Encumena Wezîran ya Asayişa Niştimanî kir, ku têde beşdaran "mijara destwerdan û binpêkirinên hêzên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên hevbeş" gotûbêj kirin di daxuyaniyeke fermî li ser mijarê ragihand.

Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Yahya Resûl Ebdullah di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hevdîtinê de tekezî li ser redkirina destdirêjî û binpêkirinên artêşa Tirkiyê li ser xaka Iraqê hat kirin û divê Tirkiye rêzê li prensîban bigire. cîrantiya baş, bi awayekî dîplomatîk bi hikûmeta Iraqê re danûstandinê bikin û di derbarê her mijarekê de hevkariyê bikin.”

Li gorî daxuyaniyê, şandeke bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî K dê serdana Herêma Kurdistana bike, ji bo ku rewşa giştî binirxîne û li ser vê mijarê ku bandorê li serweriya Iraqê dike, helwesteke yekgirtî derbixe.

Di 25 salên borî de, Tirkiyê bi dehan baregehên leşkerî li Kurdistana Iraqê ava kirine, bi îdîa ku şerê PKKê bike.
Artêşa Tirkiyê çendîn car operasyonên leşkerî yên esmanî û bejayî li şervanên PKKê û pêgehên wan li bakurê Iraqê encam dane. Ev yek bû sedem ku hikûmeta navendî ya Iraqê çend caran nerazîbûn nîşan bide.

Di hefteyên borî de, medyaya xwecihî ya Iraqê ragihand ku êrîşên Tirkiyê zêde bûne, ku bûye sedema derketina gelek agiran li navçeyên sînorî.

Di hin agahiyan de hat gotin ku hêzên Tirk li herêma Kurdan cihên nû ava kirine.
Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya parlamentoya Îraqê de, di daxuyaniyekê de li dijî "Leşkerkêşiya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê" nerazîbûn nîşan da û di daxuyaniyekê de ragihand ku "zrar û ziyanan li zeviyên çandiniyê yên li herêmê û milkên welatiyan û daristanan di şewitîne."

Jêder: AFP/Alhuura

XS
SM
MD
LG