Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Şîbanî ya Bexdayê Û Jinûve Têkiliyên Sûriye û Iraqê


Serokwezîrê Îraqê Pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Sûriyê Dike
Serokwezîrê Îraqê Pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Sûriyê Dike

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esa'd el-Şîbanî di serdana Bexdayê de roja Înê ligel berpirsên pilebilind yên Iraqî li ser pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, Şîbanî ligel Serokomar Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya' el-Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Mehmûd El Meşhedanî, Wezîrê Derve Fuad Husên, Rêveberê Îstixbarata Giştî Hemîd Şettrî û Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî Qasim El-E'recî civiya.

Ofîsa ragihandinê ya Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di hevdîtinê de her du aliyan li ser peywendiyên dualî yên navbera her du welatên bira û pêşhatên heyî yên li navçeyê gotûbêj kirin."

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê herwiha got: "Di hevdîtinê de tekezî li ser helwesta zelal û tund ya Iraqê li ser rêzgirtin li bijardeyên gelê Sûriyê bi hemû kêmanî û pêkhateyên xwe ve hat kirin."

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi ewlekarî û aramiya Sûriyê kir, ku ev yek li ser asayîş û aramiya navçeyê rasterast bandorê dike.

Serokwezîr bal kişand ser "pêwîstiya şopandina pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku cihêrengî û aştiya civakî biparêze."

Şîbanî got ku armanca serdanê geşkirina bazirganiya di navbera her du welatan de ye û vekirina sînor pêngaveke sereke ye di vê hewldanê de ye.

Iraqê ji ber sedemên ewlehiyê sînorê xwe yê bi Sûriyê re girt, piştî rûxandina Esed ji aliyê hêzên çekdar yên opozîsyonê ve di 8ê Kanûna 2024an de.

Jêder: Alhurra/X

XS
SM
MD
LG