Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Ketina Esed Yekem Şanda Îraqê Serdana Sûriyê Dike


Avahiyê Hikûmetê, Şam
Avahiyê Hikûmetê, Şam

Peyvdarê hikûmeta Îraqî, Basim El Ewadî, îro Pêncşemê piştrast kir ku şandeke Îraqî bi serokatiya serokê dezgeha Mixabiratê ligel rêveberiya nû ya Sûriyê li Şamê civiya.

Ajnasa Nûçeyan ya Iraqê (WAI-INA) radigihîne ku El Ewad gotîye "Şanda Îraqî pêşhatên li qada Sûriyê û pêdawîstiyên ewlehî û aramiyê li sînorên hevbeş di navbera Iraq û Sûriyê de gotûbêj kirin."

El Ewadî her wiha ji kenala Amerîkî Al Hurra re jî serdana şanda Îraqî piştrast kir.

El Ewadî bal kişand ser wê yekê ku pêwîstiyên ewlehî û aramiyê li ser sînorên hevpar yên her du welatan di rêza pêşîn a gotûbêjên di navbera her du aliyan de bûn.

Şanda Îraqê bi serokatiya Himêd El Şetrî serokê saziya mixabirata Îraqê bi reveberiya nû ya Sûriyê re civîn pêkanîn.

Ev yekem seredana şandeke ewlekarî ya hikûmeta Îraqî ye bo Şamê piştî rûxana rêjîma Esed di 8'ê Kanûna Duyê ya îsal de.

Li gor şopandina wê serdanê, şanda iraqî di peyamekê de helwesta hikûmeta Iraqê li hember pêşhatên nû yên li meydana Sûriyê û awayên hevkariyên her du aliyan di pêşerojê de zelal dike.

Jêder: AFP/Reuters/INA

XS
SM
MD
LG