Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, eger grûpên çekdar yên Heşda Şaabî berdewam bin li ser çêkirina metirsiyê, Îsraîl dê di paşerojê de serkirde û bingehên wan bike armanc.
Fermandarekî payebilind yê Heşdî Şaabî metirsiya êrîşên Îsrîalê yên ser bingeh û serkirdeyên wan tekez dike.
Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer gote Dengê Amerîka "ne Heşda Şaabî hemî, lê hinek girûp hene ku ne tenê ji derveyî kontrola artêşa Îraqê ne, lêbelê ew ji derveyî kontrola fermandarên Heşda Şaabî bi xwe ne jî."
"Ev grûp beredayîne û pabend nîn, eger ev rewş berdewam bike dibe ku gef li wan were xwarin. Bila ji bîr nekin ku ji dema Îsraîlê gef û gilî li Encûmena Ewlekariyê kir, kom bê deng man, lê eger baregehên hevpeymanan û berjewendiyên Îsraîlê bi domdarî werin armanc girtin, wî çaxî Îsraîl neçar dibe ku Heşda Şaabî bixe."
Wî got "Ez bawer nakim Îsraîl tevahiya Heşda Şaabî bike armanc, lê tenê serkirdeyên komên ku nakevin bin kontrola hêzên çekdar yên Iraqê," tenê ew dê bibin armanca êrîşên Îsraîlê.
Li gorî agahiyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, hin serkirdeyên Heşda Şaabî yên Iraqî mal û bingehên xwe ber bi cihekî nenas ve birine, ji ber ku Îsraîlê ew komên ku metirsî li ser ewlehiya wê çêdikin dê bibin armanca êrîşên Îsraîlê.
Fermandarekî Wezareta Berevaniya Iraqê ew nûçe piştrast kir ku metirsiyeke cidî ya êrîşên Îsraîlê bo ser navend û baregeh û serkirdeyên Heşda Şaabî heye.
Ebdulrehman Cezayîrî ku yek ji Fermandarên Heşda Şaabî li Wezareta Berevaniya Iraqê û di heman demê de yek ji serkirdeyên çarçoveya hevahengiya bi serokatiya Malikî, ji Dengê Amerîka re got "Belê, metirsiyeke eşkere li ser rêberên Heşda Şaabî ji aliyê Îsraîlê ve heye ji dema ku şerê li Gaza û Lubnanê dest pê kir. Me dîsan gotibû Sûriye dê bi êrîşên navxweyî û derve re rû bi rû bimîne û îhtîmal heye li Îraqê bandor bike."
Cezayîrî dîsan got, "Îro metirsiya Îsraîl li ser Iraqê û bi taybet Heşda Şaabî heye û nîşanên zelal hene ku pêzanînên îstixbarat gihane Îsraîlê ku êrişî Heşda Şaabî û serkirdeyên me bike."
Çavdêrê siyasî Kawa Mihemed ji Dengê Amerîka re got: "Ev grûp ewqasî guh didin Îranê ku guh nadin Iraq û berjewendiyên welatê xwe, û Îran van koman weke siyaseta nakokiyê li ser sînorê xwe bikar tîne."
Pisporên leşkerî di wê baweriyê de ne ku Iraq bi hemû hêza xwe hewl dide ku nebe beşek ji aloziyên li Sûriyê agirê wî welatî ne gihe Îraqê.