Desthilatdarên Îraqî dibêjin bi kêmanî 3 êrîşker derbasî îstgeheke Elektirîkê bûn li Samurai, xwe tê de peqand in, û di encamê de 7 karmend kuştin û 8 endamên hêzên ewlekariyê birîndar kir in.
General Yahya Resûl dibêje du êrîşker bi cilûberên karmendan û yê sêyem bi yên hêzên ewlekariyê derbasî nava îstgehê bûn. Êrîş berbanga îro şemiyê rû da.
Kesî berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ranegihand, lê efserekî agahdariya Îraqê dibêje karbidestên Samuraa hatibûn huşdarkirin li dor êrîşeke pêşbîn ji aliyê Daiş ve li herêmê. Wî nexwest navê xwe diyar bike ji ber ku wî mafî axaftina li gel medya nebû.
Peyvdarê wezareta Elektirîkê Muse’b el-Muderis dibêje 7 karmend hatin kuştin û 8 ji hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Ew dibêje êrîşker çar bûn.
El-Muderis dibêje yek ji wan hate gullebarankirin û sê yên din xwe peqand in.
Samurai 125 kîlometran li bakurî Bexda yê ye.