Serokomarê Îraqê yê ku nû hatiye hilbijartin Letîf Reşîd îro Duşemê soz da ku hemû hewildanên xwe bike ku bi lezgînî hikûmeteke nû û bi hêz were damezrandin.
“Gelê Îraqê çaverê dike ku hikûmeteke nû bi lez were damezirndin ku hikûmeteke karîger û yekbûyî be,” Reşîd, di gotara xwe ya yekê de ji qesra seroktîyê li Bexdayê got.
Li gor lihevkirina alîyên sîyasî yên Îraqê, posta serokomarî para Kurdan e. Reşîd yê 78 salî roja Pêncşemê jibo posta serokatîyê hatibû hilbijartin û wî demûdest Mihemed Şîa el-Sudanî wekî serokwezîr erkdar kiribû.
Armanca Sudanî êdî damezrandina hijûmeteke nû ye ku dawî li salekê ji alozîya sîyasî li Îraqê bîne. Ji hilbijartinên Cotmeha sala 2021'ê ve hewildanên damezrandina hikûmetê ser neketibûn.
Lê, tevgera rêberê Şîa yê hêzdar Muqtada el-Sedr roja Şemîyê ragihandibû ku ew beşdarî hikûmetekê bi serkêşîya el-Sudanî nabin. Ev yek jî bûye cîhê tirsê ku êdî damezrandina hikûmetê careke din were paşvexistin.
Li gor destûra Îraqê, 30 roj bi serokwezîrê destnîşankirî re hene ku hikûmetekê damezrîne.
Serokomar Reşîd gotibû ku ewê her tiştî bike ku hêzên sîyasî nêzîktir bike û sponsorîya dîyalogekê bike.
Reşîd herwiha soz da ku ewê jibo avakirina peywendîyên bi hêz û balanskirî bi welatên cîran û civaka navnetewî re kar bike.