Endamekî tîma Iraqî ya CPT ya Amerîkî ku bingeheke wê li Îraq û Herêma Kurdistanê ye dibêje, dema ku şandeke pilebilind ya Iraqê serdana Tirkiyê kir û hevdîtinên ligel berpirsên payebilind pêkanaîn bombebarana Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dom dikin.
Kamran Osman, endamê tîma CPT got, "rojek berî serdana şanda Îraqî bo Enqerê, Tirkîyê bi tundî Çiyayê Şêx Nasirî li Çomanê bombebaran kir."
Şandeke payebilind ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên roja Pêncşemê 15ê Tebaxê serdana Tirkiyê kir. Di şandê de Wezîrê Berevaniyê, Serokê Heşda Şaabî, Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê, Serokê Dezgeha Îstixbaratê, generalê Iraqê û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûn.
Şanda Tirkiyê ya di bin serokatiya Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê, Serokê MÎTê û Cîgirê Wezîrê Navxweyî de li avahiya Wezareta Derve ya Tirkiyê li Enqerê civîn bi şandas Îraqê re pêkanîn.
Ev serdan di demekê de ye, ku Tirkiyê ji 15ê Hezîrana 2024an ve, bi behaneya hebûna PKKê, dest bi operasyonên bejayî û êrîşên esmanî li seranserî herêma sînorî kirîye.
Kameran got "Iraq û Tirkiye ji bo dirêjkirina operasyonê gotûbêjan dikin ji ber ku Tirkiye dixwaze ji Çiyayê Matînê derbasî Çiyayê Gara bibe û wî çiyayî kontrol bike."
Civîna roja Pêncşemê ya di navbera şanda bilind ya Iraq û Tirkiyê de, çaremîn civîna navbera wan bû. Yekemîn civîna şanda bilind a ewlehiyê ya Iraq û Tirkiyê di sala 2019an de li Enqerê hatibû lidarxistin. Civîna duyemîn di sala 2023an de û ya sêyemîn jî di meha Adara îsal 2024ê de pêk hat.
Di Preskonferansê de Hakan Fîdan got "Me bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re li ser mijarên ewlehiyê gotûbêj kirin. Me li ser tedbîrên ku hikûmeta Iraqê li dijî PKK'ê girtine axivîn. Di pêngava yekemîn de PKK'ê weke gefên hevpar û di pêngava duyemîn de jî PKK'ê weke rêxistineke qedexekirî cih girt."
Herwiha Fuad Husên hevtayê Fîdan got "Me li ser xebatên tawankar bi taybetî yên li ser sînoran dixebitin gotûbêj kirin. Herdu welat timî rastî êrîşa van rêxistinan tên. Ne tenê rêxistinên terorê, lê rêxistinên tawankar, bi taybetî jî rêxistinên dest di koçên neqanûnî, qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan dikin."
Lêkolînerê Siyasî yê Navdewletî Dr. Serdar Ezîz ji Dengê Amerîka re got "Heta ku danûstandinên di navbera şanda Iraq û Tirkiyê de berdewam bin, karê ku Tirkiye dike bi agahdarî û razîbûna Iraqê birêve diçin."
"Tirkiye dixwaze bi operasyonan çiyayên asê yên Kurdistanê kontrol bike û rê li tevgera hêzên di navbera Qendîl û Rojava bigire. Tirkiye di êrîşan de xwedî armancên aborî, ewlekarî û siyasî ye." L;koler Ez'z got.
Serokê Heşda Şaabî Falih Feyaz endamê bû di şanda Iraqî ya ku serdana Tirkiyê kirbû, ev di demekê de ye ku berî niha di navbera hêzên Şîe yên Iraqî û Tirkiyê de alozî hebûn.
Hevdem Îran û hêzên Şîe li hember zextên Tirkiyê yên li ser parêzgeha Silêmaniyê û operasyonên wê li navçeyên sînorî bêdeng in.
Dr. Serdar Ezîz herwiha got "Tirkiye berê serderî bi hêzên Şîe re nedikir, lê niha helwesta wê hatiye guhertin, ji ber ku têgihîştiye ku ew bi piştevaniya Kurd, Sunne û Tirkmenên Iraqê nikare tiştekî bike."