Serhildana xelkê Herêma Kurdistanê li 5 meha Adarê li devera Raniya destpê kir û di demeka kurt de tevaya axa Kurdian digel Kerkukê bi xwe ve girt.
Ev serhildana dijî sitemkarîya rejma bexda hivîn mezin yên azadi û wekhevîyê bi xwe ve girtin, lê pišti derbazbûna 30 salan bêhêvîbûneke mezin di nav xelk de heye ku pêşeroja vê destketiya mezin xistiye metirsîyan.
Bernamey Hello Washington mêvandarîya nivîskar û lêkolerê siyasî Muhsin Osman kir.
"Şoreşên Kurdan tim li ser binyadeke dirokî ya dirust peyda nebûne lewre pişti demeke kûr bêhêvîbùn peya dibe û destketin ji dest têne dan."
Osman herwusa got ku Kurd û tevaya Rojhilata Navîn pêdivî bi reforman heye û ev welatên hatin ava kirin ji encama darbeya leşkerî anku kudetayan in.