Gorî daxuyaniya Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê, bêdengiya aliyê navneteweyî wêrekiyê dide Hûkûmeta Iraqê û dewletên derdorê ku çekan dijî xelkê herama Kurdistanê kar bînin.
Di daxuyaniya roja Îne hatî weşandin de Civat herwiha dibêje, “Divê Civata Navneteweyî bibe navbeyn û helwesta Îraqê ya êrişker şermezar bike.”
Şîrovekarê siyasî Mahfuz Yildiz dibêje “ Eger helwesta hêzên hevpeymanî di derbarê Herêma Kurdistanê de neyînî nebûya wê demê Iraqê nedikarî bi rehetî erîşa Herêma Kurdistanê bike û herwiha Îran û Tirkîyê jî nedikarîn polîtîkayên xwe hawqes bidin meşandin.”
Hun dikarin bi rêya lînka jêrîn guh bidin hevpeyvînê.