Endamên Komisyona Bilind ya helbijartinên Îraqê (IEC) dibêjin biryar hatiye wergirtin ku ew serperiştia helbijartinên parêzgehan bikin di meha 12an ya îsal de, lê dema ku serokê Herêma Kurdistanê diyarkirî jibo helbijartinên Parlemana Herêmê gelek nêzîk e û renge komisyon biryarê bide ku di buhara 2024 de ew helbijartin werin encamdan.
Xalid Ebbas, rêveberê ofîsa Duhokê ya helbijartinên Îraqê got, piştî biyrara Dadgeha Fedralî di 11 meha 6 ya 2023 de sebaret nedestûrîya biryarên parlemana Herêma Kurdistanê, biryar hat wergirtin ku Komisyona Bilinda Helbijartinên Îraqê helbijartinên Parlemana Herêmê encam bide û serperiştiya wan bike.
Xalid Ebbas got Dengê Amerîka, li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê, Îro Yekşemê 18ê meha 6 Komisyona Helbijartinên Îraqê li Hewlêrê kombû jibo biryarê bide ka eger dikare helbijartinên Parlemana Herêmê, evsal rêkbêxe ya na.
wî got, piştî çendîn civînan komisyon gihaye wê encamê ku eger helibijartina Parêzgehên Îraqê werin paşxistin, renge Komisyon bikaribe helbijartinên Parlemana Herêmê rêkbixe, eger na eve komisyon dê pêşniyaza rojekê li meha 4 nîsanê yan 5 Gulanê bike û divêt Herêm li ser razî be. Di pêra Komisyon dê amadekariyan bike.
Roja Pêncşemê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel endamên IEC civiya û daxwaz kir çend zûye karî bikin jibo rêkxistina helbijartinên Parlemana Herêmê. Barzanî amadebûna serokayetî, hikûmet û layenên peywendîdar bo serketina piroseyê helbijartinan nîşan da.
Rêveberê ofîsa Duhokê ya helbijartinên Îraqê got jî, paşxistina helbijartinên parêzgehên Îraqê dê bi alozî be, çinko cara yekê ye biryar tê wergirtin ku ew helbijartin berî 20ê meha 12 evsal werin encamdan.
Çaverê ye piştî biryara Dadgeha Fedralî valahiya destûrî û siyasî li Herêma Kurdistanê peydakiriye, fişarên Amerîka, dostên herêma Kurdistanê û ya navxwe li ser layenên siyasî heye jibo encamdana helbijartinan, lê li gora şiroveyên birêz Ebbas, diyare ew li gora heza desthilatdarên herêmê, di 2023ê de nabe jiber ku dema amadekariyan kurt e û komisyona Îraqê nikare du helbijartinan di van 6 mehan de encam bide.
Hêjayî bîrxistinê ye ku nakokiyên li ser yasaya helbijartinên herêmê ne man, piştî biryara dadgeha Fedralî sebaret na destûriya dirêjkirina demê Parlemana Herêmê, anku Komisyona Helbijartinên Îraqê karî bi yasaya kevin bike.
Li gora wê, Herêma Kurdistanê yek bazineyê helbijartina ye û dengdan jibo Kotaya Kêmaniya Xiristiyan û Turkmenan dê wek berê bimîne.
ji bo agahiyên bêhtir li dor vê mijarê li dirêjiya hevpeyvîna jêrîn guhdarî bike