Roja Sêşemê serokatiya parlemena Îraqê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan deriyê car dî xwe berbijarkirinê bo postê serokomariya Îraqê vekirye û maweyê sê rojan destnîşan kirku berbijarên ji bo serokomariyê dikarin xwe tomar bikin.
Daxuynî dide zanîn ku li gor madeya 72/duyan/B, ya destûra Îraqê ku taybete bo rewşa dema ku serokomar neyê hilbijartin, herwiha bi piştgîrîya qanûna hejmar 8 ya sala 2012ê parlemenê ev biryara stand û daxuyanî dibje, "deriyê xwe kandîd kirinê bo postê serokomariyê hat vekirin bo maweyê 3 rojan ji roja 9ê Sibatê 2022ê ."
Hin pisporên yasayê dabûn zanîn ku dema parlemen nikare hilbihartina serokkomar di dema 30 rojên diyar kirî de pêk bîne, wî çaxî sizayê yasyî dikeve ser parlemenê, piştî ku doh Sêşemê parlemenê biyara cardî dirêjkirina deriyê berbijariyê vekir, gilî û skala li Dadgeha federal li dij parlemenê hatiye tomar kirin û skala îdîa dike ku destûr bi biryara nû ya parlemenê hatiye bezandin û binpêkirin.
Ji bo zelal kirina vê mijarê ji aliyê qanûnî û destûrî de, Dengê Amerîka hevdîtin li gel pisporê qanûnê Têlî Emîn encam da.
Li dor pirsa çend yasayî ye, ku car dî hilbijartina serokomar hat dirêj kirin ji aliyê parlemenê de, û çareserî çiye û valahiya destûrî heye yan na?
Emîn got "Ji derveyî dirêj kirina 30 rojan bo hilbijartina serokomar tiştek din nîne, yên destûr danayî yan pêşbînîya rewşeke weha nekirîye di dewletek demokrat de, yan jî ji bo meremek din ev dana ye."
Emîn herwiha dibêje, tiştê ku di destûrê Îraqê de heyî bo çareseriya vê pirsê madeya (72) ya makezagona Îraqê ye bi her du bendên xwe yên (A, B) lê her bendek girêdayî rewşek taybet e. Yasazan Têlî Emîn dibêje, herwiha qanûna 8 ya sala 2012ê jî heye.
Emîn dibêje, aliyê ku dikare vê pirsê çareser bike tenê Dadgeha Bilind ya Fedrale, wê baladestiyek reha heye ku destûrê şirove bike, ew dibêje "Niha valahiyek destûrî heye, bi tenê dadgeha federal dikare destûrê şirove bike û wê baladestiyek reha heye."
"Niha valahiyek destûrî heye, bi tenê dadgeha federal dikare destûrê şirove bike, dadgehê baladestiyek reha heye."Qanûnzan Têlî Emîn
Têlî Emîn weha dibîne ku di rewşeke weke ya Îraqê de, nakokî û duberiyên siyasî, etnîkî û mezhebî dom dikin, dadgeha bilind û dadwerî dikare rolê xwe bibîne, wî got "Erkê qeza (dadgeriyê) ewe ku nehêle aştiya civakî têk here." Dema ku aştiya civakî bikeve di xeterê de yasayê ewqas pîroziya xwe namîne, Têlî Emîn got.
Li dor pirsa dadgerî li Îraqê heta çi ast li jêr givaştin û zextan de ye? Yaszan Têlî Emîn dibêje, "givaştinên navxweyî û derekî li ser dadgeriyê-Qezayê hene." Û kuştina qaziyekî li bajarê Mîsan yê başûrê Îraqê di hefteya borî de weke mînakek zelal yê vê rewşê ye ku dadgeriya li Îraqê li jêr givaştin û zoriyê de ye.
Têlî Emîn weha dibîne ku PDK û YNK sedema sereke ya derketina vê pirsgirêkê ne, ew dibêje, her du partiyên Kurdistanî dikarîbûn di nava xwe de kesekî bo serokomariyê destnîşan bikin berî ku rewş bigihe vê asta aloz.
Heta amadekirina vê raportê civînên serokatiya PDKê û YNK di nava kombûn û danûstnadinan de bûn, bi armanca dîtina çareseriyekê.
Raportên navxweyî ji herêma Kurdistana Îraqê didin diyar kirin ku dibe di van 2 rojan de her du partî civînek hevbeş pêk bînin, di nava xwe de bigihin biryarekê ji bo berbijarkirina kesekî bo serokomariyê.