Roja 9ê Çile Parlemena Îraqê rûniştina xwe ya yekê pêkanî bû, piştî ku encamên hilbijartinên pêşwext ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatbûn pejiarandin, serokatiya parlemenê di wê rûniştinê de hatbû hilbiajrtin û biryar hatbû girtin ku roja Duşemê 7ê Sibatê serokomar bête hilbijartin, da ku serokomar bikare di nava aliyên serkeftî di hilnijartinan de kesekî destnîşan bike ji bo ava kirina hilûmetek nû.
Îro Duşemê, civîna parlemenê pêkhat, lê jiber ku pêşwext pirraniya alî û blokên parlemenê biryar girtbûn ku beşdariyê di civînê de nekin tenê 58 endam ji koma giştî ya 329 endaman amade bûn û biryar hat girtin ku hilbijartina serokomar bo demek nediya bihê paşxistin.
Valahiya Destûrî
Dema ku rûniştina yekê ya parlemenê li roja 9î Çile 2022ê pêkhat, li gor yasayê divê parlemen piştî 30 rojan serokomar hilbijêre, ji wan 30 roja 28 roja derbazbûn û hêjî duberî û aloziya hilbijartina serokomar bi taybet nakokî di nava her du partiyên Kurdan PDK û YNK e dom dikin.
"heta vê kêlikê partiya wan îsrar dike ku Zêbarî berbijarê serokomariyê ye, ne kesek din."Rênas Jano
PDK îsrar dike ku Hoşyar Zêbarî berbijarê wan yê tekane ye, Rênsa Jano, endamê şanda PDK ya danûstandinên bi aliyên Îraqê re gote Dengê Amerîka "heta vê kêlikê partiya wan îsrar dike ku Zêbarî berbijarê serokomariyê ye, ne kesek din."
Pisporên yasayê weha dibînin eger ku heta Çarşemê 9ê Sibatê serokokomar neyê hilbijartin, dê valahiya yasa û destûrê çê bibe.
Hakim Letîf Mustefa pisporê yasayê gote Dengê Amerîka "Li gorî destûrê, di maweyê 30 rojan de ji dema rûniştina yekê ya parlemenê divê serokomar bihê hilbijartin, eger pêknehat binpêkirina destûrî çê dibe."
Li gor Hakim Letîf, dema valahiya destûr çêbû, dê sizayên xwe jêî hebin û divê parlemen bihê siza kirin.
Rijîday Derbarê Berbijêran Sedema Têkçûnê Ye
Partî Demokratî Kurdistan PDK rijdiyê li ser berbijariya Hoşyar Zêbarê dike bo serokomariyê, û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YKN jî, îsrarê li ser berbijariya Dr. Berhem Salih dike, lê twîteke lîderê oldar yî Şîa mezheb Moqteda El Sedr bo sedema serbûnkirina proseya hilbijartina serokomr dema gotî divê hemî mercên serokomariyê di berbijaran de hebe û biryar da ku lîsta Sedriyan ku 73 endamên wan di parlemena Îraqê de hene, beşdariyê di civîna roja Duşemê de nekin.
"Li gorî destûrê, di maweyê 30 rojan de ji dema rûniştina yekê ya parlemenê divê serokomar bihê hilbijartin, eger pêknehat binpêkirina destûrî çê dibe."Hakim Letîf Mustefa
Her wiha hin kesan skala li dij berbijarê PDKê Hoşyar zêbarî tomar kirine, û ew bi gendelî û hedredana pereyê dewletê tawanbar kirîye, doh Yekşemê Dadgeha Bilind ya Îraqê bersiva skalayê da û berbijariya Hoşyar Zêbarî ragirt, heta ku dosya tê lêkolîn kirin û biryara dawiyê ya dadgehê derdikeve.
Piştî ragirtina berbijariya Hoşyar Zêbarî, piraniya aliyên siyasî yên Îraqê biryar dan ku beşdarî civîna 7ê mehê nebin, lê dîsan jî heta amade kirina vê raportê PDK îsrarê li ser berbijariya Hoşyar Zêbarî dike û dibêjin ku ewê Zêbarî bo serokkomariya Îraqê serkeve.
Li aliyê din YNK jî, bi îsrare ku kandîdê wan yê fermî bo serokomariyê Dr. Berhem Salih e, her çende di nava YNKê de hin kesan ji aliyê xwe de, xwe weke berbijarên serokomariyê ragihandine, bi taybet kesên weke Hakim Rizgar û Hakim Dr. Letîf Reşîd.
Lê dîsan jî nayê zanîn kanê di du rojên mayî de aliyên siyasî yên Kurd, Şîa û Sûnî dê bikarin pirsgirkên xwe bidin aliyekî û bigehin lihevhatinekê bo hilbijartina serokomar û paştî destpêkirina danûstandinên avakirina hikûmetê, yan jî dê nakokî berfirehtir bibin û bûşhaiya destûrî dê bibe sedem ku avakirina hikûmetê zehmet be.