Spêdeya roja Şemiyê bi sedan xwepêşanderan avêtin ser ofîsa Partî Demokratî Kurdistan KDP'ê li Bexda, û agir berdan avahî û ala Kurdistanê şewitandin, bûyer pêkhat dema ku hejmarek hêzên ewlehiyê çavên xwe li bûyerê digirtin.
Hêrîşa li ser ofîsa KDP'ê li Bexda piştî gotinên wezîrê derve yê berê yê Îraqê Hoşyar Zêbarî bûn, dema wî gotbû ku divêt hikumeta Îraqê herêma Kesk li Bexda ji milisên Heşda Şeabî paqij bike.
Di hevpeyvînekê de ya li gel Dengê Amerîka, Endamê Parlamentoya Îraqê li ser lîsta KDP'ê Nihro Rawanduzî got, bi van renge kiryaran komên ku Îran piştevaniya wan dike, dixwazin fişarê bixin ser hikûmeta Kazimî.