Muhsen El-Mendelewî, cîgirê yekem ê serokê parlemana Îraqê got: lawazbûna Îranê li Rojhilata Navîn bandoreke neyênî li Îraqê nake, di demekê de ku Bexda hewl dide rêyên xwe yên dîplomatîk li navçeyê diyar bike û sînorekî ji bo sînordarkirinê hêza komên çekdar deyne.
El-Mendelawî di hevpeyvîneke xwe ya vê dawiyê de ji Reutersê re axivî, piştî guhertinên mezin di dîmena Rojhilata Navîn de ku hevalbendên Îranê li herêmê derbên giran xwarin, di nav wan de rûxandina serokê Sûriyê Beşar Esed ji aliyê komên çekdar ên opozîsyonê ve.
Rêvebiriya nû ya serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku zextên li ser Tehranê zêdetir bike. Îran piştgirîya partî û komên çekdar ên li Îraqê dike.
Îraq, ku hevalbenda Washington ye û ya Tehranê ye jî, hewl dide ku xwe ji têkbirina aramiya nazik a welat dûr bixe û piştî salên şer û pevçûn û tundûtûjiyê, bala xwe bide nûavakirinê.
El-Mendelawî got ku Îraq îro aram e û kompaniyên biyanî dest bi hatina xwe kirine. Ew bi xwe jî karsazek e di warên otêl, nexweşxane û karûbarên veguhestina pereyan de.
Wî ji ofîsa xwe li devera Kesk ya bihêz li Bexdayê got ku Îraqê dest bi lîstina rola xwe ya xwezayî di nav welatên erebî de kiriye, û da zanîn ku Îran welatekî cîran e ku peywendiyên wî yên dîrokî pê re hene, lê wî got ku cihê erdnîgariya Îraqê û peywendiya wê bi ereban re,du mijarên cuda ne.
Wî got ku ew bawer nake ku lawazkirina Îranê dê bandoreke neyînî li Îraqê bike.
Source: Reuters