Roja Duşemê Îraqî bo hilbijartina Encûmenên Parêzgehan piştî 10 salan deng didin, tevî ku dibe Hevbendiya Şîa yên desthilatdar serdest bimînin. Ev yek di demekê de tê ku boykot û nebeşdariya alîgirên kesayetiya olî yê Şîa Muqteda el Sadir ku hevirkê siyasî yê serekî li Îraqê ye.
Ev hilbijartin weke cerbiandekê ye ji bo demokrasîya Îraqî ku piştî herifandina rejîma Sedam Hûsên sala 2003'an ji alîyê Amerîkayê ve derketiye holê. Ev hilbijartin dê hevsengiya hêzê li Îraqê diyar bikin berî hilbijartinên giştî yên paralementoyê di sala 2025'an de. Di salên borî de komên girêdayî Îranê serkeftin di wan hilbijartinan de bidest xistine.
Di nava dengderên Îraqî de ku piranî xort in nerehetî zêde bûye, jiber ku ew hest dikin sûd ji samanên Îraqê yê neftê nayê wergirtin. Ew bawer dikin ev saman bi rêyên nerewa tê bikaranîn yan jî tê dizîn li welatekî ku di rêzbendiya welatên gendel yên herî li pêş de ye.
Siyastvanên di asta bilind de di dema dengdanê de li mezintirîn bingeha dengdanê li hoteleke Bexda banga beşdarbûne zêde ya dengdanê kirin.
Bo hilbijartinên îro Duşemê nêzîkî 16 mîlyon kesan navên xwe ji bo dengdanê tomar kiribû, ku ev hejmar kêmtir e ji dengderên sala 2021ê yên hilbijartinên parlamenê de. Di wan hilbijartinan de 22 mîlyon kesan mafê dengdanê hebû, lê dîsan jî, li gor daneyên fermî, rêjeya beşdarbûnê wê çaxê 41% bû.
Li gor ajansa Reutersê, derbarê hilbijartinan nêrînên cûda hene. Li nêzî navendeke dengdanê li Bexda, Alî Aswad dema çaya xwe ya şêrîn li cem kiyoskekê vedixwar, got ku "5 xulek jî gelek in ji bo min ku herim dengê xwe bidim."
Aswad yê 39 salî dîyar kir ku "Ez naxwazim êdî deng bidim, wan ji me re digot demokrasî û hilbijartin dê alîkar bin jibo jiyana me baştir bibe, lê tiştek nehat guhertin. "
Lê dîsan baweriya hin kesan bi sîstemê heye. Aqîl El Asadî yê 58 salî got "Dê her rojek were demokrasî bi encam bibe, eger ji bo me jî nebe dê ji bo zarokên me be."
hêjayî bîrxistinê ye ku hersê parêzgehên Herêma Kurdistana Îraqê: Silêmanî, Hewlêr û Duhok ne di nava dengdana îro Duşemê de ne.
Hilbijartina xwecihî ya parêzgehan li Îraqê cara dawî sala 2013'ê hatibûn kirin.
Jêder: Reuters