Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtaniya: Beşdariya di Şerê Îraqê de li Gur Bingehek Yasyî Pêbawer Nebû


John Chilcot serokê Komîta Lêkolînên Şerê li Iraqê London, Tîrmeh 6, 2016.
John Chilcot serokê Komîta Lêkolînên Şerê li Iraqê London, Tîrmeh 6, 2016.

Komîta lêkolînên beşdariya Brîtaniya di şerê Îraqê de yê ku, bi fermandariya Amerîka sala 2003an li dij rejîma Sedam Husên pêkhatî û di encam de rejîma Îraqê hat roxandin, encamên lêkolînan hatin eşkerkirin.

Berpirsê giştî yê Komîta lêkolînên beşdariya Brîtaniya di şerê Îraqê de, Johne Chilcot, roja çarşemê encamên lêkolînan ragihandin û got ew pêzanînên derheqa çekên kîmîyayî yên îraqê yên ku, serok hikûmetê wî demî Tony Blair weke sedema beşdariya şerê Îraqê bikar anî bûn nerast bûn, Chilcot heweha got"Em dixwazîn rastiyê bizanîn".

Raport dide zanîn ku, zêdegavî di pêzanînan de hebûn, yên ku di gotin Îraq xwedî çekê komkujiyê, Brîtaniya di êrîşa li ser Îraqê de tevî Amerîka û hevpeymanan beşdar bibû,179 leşkerên Brîtanî li Îraqê hatbûn kuştin.

Weke reaksyona pêşîn liser raporta Chilcot, serok hikûmetê berê yê Brîtaniya Tony Blair da zanîn ku, wî qet nerastî û xapandin bikar neanîn e.

Roja çarşemê her yekser piştî weşandina raporta Chilcot,Tony Blair da zanîn ku di wî çaxî de bi mebesta başî û berjewendî parêziyê beşdariya şerê li Îraqê kir bû, herweha Blair got bi riya yasayî û li gur biryara yasaya Brîtanî ya roja 13 Adara 2003an de beşdariya şerê li Îraqê hatiye kirin.

Sala 2003an Amerîka û hevpeymanan êrîşî Îraqê kir bûn, bi sedema ku rejîma Sedam Husên metirsiyek mezine liser civaka navnetewî û xwedî çekê kîmayî û jinavbirinê ye, ev rejim bi êrîşên leşkerî roja 9î Nisana heman salê hate jinavbirin.

XS
SM
MD
LG