Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Projeya Metroya Bexda Dide Kompanîyên Bîyanî


Dîmeneke Bexdayê.
Dîmeneke Bexdayê.

Hikûmeta Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku wê çend kompanîyên Fransî, Îspanî, Tirkî û bankeke Almanî destnîşan kirine jibo dîzaynkirin, avakirin û rêvebirina projeya metroya Bexdayê.

Ev cara yekê ye ku projeyeke binesazîyê ya evqasî mezin li Îraqê çêdibe. Di salên 80'î de planên projeyeke avakirina metroyê li paytexta Îraqê hatibûn danîn, lê jiber salên dirêj yên şer û toleyên navnetewî ew hatibûn paşvexistin.

Kompanîyên hartine destnîşankirin ev in: Systra û SENER yên Fransî, Alstom û Talgo yên Îspanî, çend kompanîyên avasazîyê yên Tirkî û Deutsche Bank ya Almanî.

Nasir el Esedî, şîretvanê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el Sûdanî, ji ajansa Reuters re got ku buhayê texmînkirî yê vê projeyê digihêje 18 milyar dolaran, dirêjahîya metroyê ser heft hêlan dê 148 kîlometre be û ji 64 rawestgehan pêk were.

Esedî got ku tê pêşbînî kirin projeya metroyê di nav çar salan de biqede.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG