Lîwa Yehya Rasul ragihand ku hin beşdarên êrîşên ser balyozxaneya Amerîka li Bexda û baregehê Asayişa Niştîmanî ya Îraqî hatin girtin û hin kes ji wan têkilî bi Sazîyên Ewlkekarîya Dewletê re hebû.
Berdevkê Mohamed Şîa Al Sudanî Serokwîzrê Îraqê ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Îraqê ye ragihand, ku hin kes hatine desteserkirin yên ku di êrişên 7ê Kanûnê yên ser balyozxaneya Amerîkayê l iBexda, baregehên Asayişa Niştimanî ya Îraqê û hin avahîyên hikûmetê de beşdarbûn. Wî got ew êrîş, gef û êrişa ser ewlehî û serwerîya Îraqê ye û êrîşên wiha nayên qebûlkirin.
Lîwa Yehya Resûl berdevkê Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Îraqê di daxuyanîyekê de ku roja Pêncşemê hat weşandin got "Sazîyên ewlekarî piştî hewildanên Îstîxbaratî û teknîkî yên tund karîbûn encamderên êrîşê nas bikin. Li gorî zanyarîyên destpêkê, mixabin hin ji wan girêdayî hin sazîyên ewlehîyê ne."
"Piştî ku dadwer biryara girtinê derxist, sazîyên ewlekarî karîn hejmarek ji wan kesan desteser bikin, û xebatên lêgerînê berdewam in jibo gihîştina hemû kesên ku di vê êrîşê de beşdar bûne, ji bo ku werin dadgehkirin û sizaya xwe ya dadwerane werbigirin."
Her çend berpirsê ewlehîyê negot çend kes hatine girtin, lê karbidestekî asayîşa Îraqê ji AFP re ragihand ku 13 kes, di nav wan de endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê jî hene hatine girtin.
Ev daxuyanî hefteyek piştî êrîşa mûşekî ya li ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê di 7ê Kanûna pêşî de tê.
Di wan êrîşê de ti zîyanên canî çênebûn û ti berpirsyarî nehatin girtin, lê Amerîka grûpên çekdar yên girêdayî Îran bi encamdana êrîşê tohmetbar kir û bang li hikûmeta Îraqê kir ku lêkolînan tund bike.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê wek "kiryareke terorîstî" bi nav kiribû.
Dengê Amerîka hewil da ku jibo zêdetir pêzanînan xwe bigehîne Lîwa Yehya Resûl û şîretkarê ewlekarî yê Serokwezîrê Îraqê Husên Alawî, her du jî jiber sedema ku lêkolîna derbarê girtîyan û pirsên ewlekarî didomin, bersiv neda.