Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Îraqê rexnê digire li daxwaza wergirtina alîkariya derve bo çareser kirina kêşeya hilbijartinan


Serok wezîrê Îraqê rexnê digire li daxwaza wergirtina alîkariya derve bo çareser kirina kêşeya hilbijartinan
Serok wezîrê Îraqê rexnê digire li daxwaza wergirtina alîkariya derve bo çareser kirina kêşeya hilbijartinan

Serok wezîr Nurî El Malikî rexna digire li daxwaza hevrikê wî yê siyasî ku daxwaza maytêkirina navneteweyî kiriye bo çareser kirina kêşeya hilbijatinan li Îraqê.

Rêzdar Malikî roja Înî li bajêrê Kerbela got, maytêkirina aliyekê biyanî di kêşeya hilbijartinên Îraqê de, dê ziyanê gehîne bizava welatî ku bi dirustî serbixwe be.

Berî du rojan, partiya hevrikê wî yê siyasî, serok wezîrê berê Eyad Ellawî, got bû renge daxwaza alîkariya rêkxistiyên navneteweyî bike bo danana hikumeteka berwext da rêkê bigirin li, weku ew partî dibêje, dest têwerdana siyasî ji alîyê hevrikên pişikdar di hilbijartinan de.

Civata Tenahiyê ya Netewên Yêkgirtî, Yekîtiya Ewrupî u Komkara Erebî ji wan rêkxistîyane, ku renge daxwaza alîkariyê ji wan bihête kirin.

Partiya El Îraqiya ya Elmanî ya rêzdar Ellawî li hilbijatinên meha Adarê, bi du kursîyan bi ser havalbendiya Şîa ya rêzdar Malîkî serkeft. Lê herdu partiyan gelek kêmtir ji 163 kursiyan destve anîne ku di pêtivîne bo pêkanîna hikumeteka piranî.

Raspêriya hilbijartinan ya Îraqê roja Pênşemê got bû ku li demekê nêzîk dê dest bi hijmartina dengan keneve ku renge du heftiyan berdewam be. Rêzdar Malikî daxwaza dubare jimartina dengan kir, jiber ku ew dibêje bi aweyekê birfireh fend u fêl li çend parêzgehan hatibûn kirin.

XS
SM
MD
LG