Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyên Opozisyona Îranê: Îranê Bi Rêya Îraqê Biryara Girtina 22 Serkirde Û Fermandarên Me Daye


Peshmarge
Peshmarge

Jêdereke nêzîkî partiyên Kurd ên opozîsyona Îranê ji Dengê Amerîka re got: "Îranê fişar li hikûmeta Îraqê kiriye ku fermana girtinê ji bo hejmarek serkirdeyên partiyên kurdî yên opozîsyona Îranê derbixe."

Çavkaniyeke nêzîkî partiyên Kurd ên opozisyona Îranê ku nexwest navê xwe diyar bike, ji Dengê Amerîka re got: "Agahiyên me bi dest xistine ku Îraqê fermana girtinê bi me derxistiye, di demekê de ku her tiştê ji me hatiye xwestin, me kiriye ji bo xatirê Herêmê û da ku em behaneyekê nedin Îranê."

Îranê daxwaza radestkirina nêzîkî 22 serkirde û fermandarên partiyên Kurdî yên opozîsyonê kiriye, ku beşek ji wan li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, lê hinek jî li navçeyên cuda yên herêmê ne û cihê mayîna wan ne diyar e.

Çavkaniyê eşkere kir ku: “Şanda asayîşa Îranê dema li gel berpirsên Îraqî axifîn, mînaka armanckirina serkirdeyên PKK ji aliyê Tirkiyê ve anîne ziman û gotine ku mafê wan heye serkirdeyên partiyên Kurdî bikin armanc.

Dengê Amerîka peywendî bi kordînatorê hikûmeta herêma Kurdistanê bo peywendîyên digel Tehranê Ebdullah Akreyî kir, lê wî nexwest ku ti şîroveyan bike.

Hemû serkirdeyên partiyên Kurd ên opozisyona Îranê ku ji aliyê wî welatî ve tên xwestin, tedbîrên tund ji bo parastina xwe girtine û heta niha cihê gelekan ji wan ne diyar e.

Serkirdeyê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Emced Penahî ji Dengê Amerîka re got: "Em xwe diparêzin, em li kêleka gelê xwe ne û tirsa me ji girtin û radestkirinê nîne."

Îranê roja 19ê Îlonê weke dema dawî ji bo çekdarkirin û girtina baregehên partiyên Kurdî yên opozîsyonê diyar kiribû, lê beriya wê dîrokê, Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên Kurdî ji navçeyên sînorî vekişandin û hêzên wan li kampên Zergwêz, Koye û navçeyên "bê çek kirine".

Çavkaniyekî nêzîkî partiyên Kurd ên opozisyona Îranê got: “Di kampan de ti hêz nemane, tenê jin û zarok in.

Herwaha got: Me daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiriye ku rewşa kampan lêkolînê bike, NY û Îraq ji rewş û mayîna me wek penaber razî ne, lê Îran jî wek Mucahidîn Xelq daxwaza derxistina me ji Îraqê dike.

Şandên Îranê heta niha jî ji bo lêkolînkirina rewşa partiyên Kurdistanî serdana Îraq û Herêma Kurdistanê dikin, beşek ji van serdanan bi dizî têne kirin.

Penahî got, "Tiştê ku divê me bikira, me kir. Heta ku Îran bihane nebin ku dijayetiya Herêma Kurdistanê bike, her çendî em bawer in ku em nebin jî dê Îran bihaneyeke din bibîne."

Raporta Dilşad Enwer

XS
SM
MD
LG