Wezareta derve ya Îranê îro Duşemê ragihand ku divê agirbestê li başûrê rojavayê Sûrîyê ku di navbera Amerîka û Rûsya de hate biryardan, ji tevahîya Sûrîyê re were berfireh kirin.
"Rêkeftin dikare pirtir encamgir be, eger ku li tevahîya Sûrîyê were berfireh kirin û hemî heremên ku li Astana hatibûn qayilbûn, di nav agirbestê de cîh bigirin,” berdevkê wezaretê Behram Qasimî ragihand.
"Îran ewlehî û serwerîya Sûrîyê diparêze, loma divê agirbest li deverekê sînorkirî nemîne... Bê ku rastîyên ser erdê bêne nirxandin, ti agirbest bi ser nakeve," Qasimî bi berdewamî got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka, Rûsya û Urdun Înîya borî ragihandibû ku li başûrê rojavayê Sûrîyê agirbestek hebe ku do Yekşemê zindî bûbû.