Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îhtîmal e Muhleta Danûstandinên Navokî Dirêj Be


Her du alîyên danûstandinên navokî yên navnetewî dibêjin, îhtîmale xurt e ku divê muhleta heyî bo giheştina rêkeftinekê were dirêj kirin.

Karbidestên ji Amerîka û Îranê do Yekşemî got ku ewê piştî roja Sêşemê ya temambûna muhletê jî li Vîyana bimînin û li ser çend xalên girîng yên mayî bixebitin.

Bawerî heye ku du ji wan xalana ew in ku vekolêrên Neteweyên Yekbûyî dixwazin kargehên navokî yên Îranê bibînin û Tehran jî dixwaze toleyên aborî demûdest bêne rakirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarif jibo şewiran do vegerî welatê xwe û çaverê ye ew Sêşemê li Vîyana be.

XS
SM
MD
LG