Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf li Biarritz ya Fransa bi awayekî surprîz serdana Hilcivîna G-7 kir.
Zarîf beşdarî civînên fermî yê G-7 nebû, lê bi nûnerên dewletên G-7 re kom bû.
Daxuyanîyên derbarê serdana Zarîf hevdu nagirin. Fransa dide zanîn ku Amerîka bo serdana Zarîf hatiye agahdar kirin, lê Qesira Sipî vê red dike û dide zanîn ku Parîsê derbarê Zarîf ti agahî nedaye.
Hin jêder didin zanîn ku şandeya Amerîkî li hember serdana Zarîf şaş bûye.
Piştî Serok Donald Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişand, girjîya di navbera Washington û Tehranê de jinûve gur bûbû.
Cevad Zarîf piştî hevdîtinên li G7 ji Twitterê da zanîn ku wî bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re ''hevdîtineke avaker'' kiriye.
Zarîf dîyar kir ku li pêş wan ''rêyeke dijwar heye lê ew hêjayî ceribandinê ye''