Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî roja Çarşemê ragihand ku nameya ku serokê Amerîka Donald Trump ya ji rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî re şandîye wê jî alîyê karbidestekî welatekî Ereb ve were radest kirin.
"Name bi Enwer Qerqaş, şêwirmendê dîplomasî yê serokê Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (UAE) re ye," Beqayî ji medya Îranê re got.
Medya dewletê ragihand ku wezîrê derve yê Îranê Ebbas Araqcî îro bi Qerqaş re hevdîtin kir û piştre got ku nameya Trump wê di demeke nêz de jî alîyê welatekî Ereb were radest kirin.
Demek kûrt piştî vê daxuyanîyê, berdevikê wî nave Enwer Qerqaş wek kesê ku name pê re ye eşkere kir, lê, wî zêdetir agahî neda.
Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî yan Îmarat li Rojhilata Navîn yek ji hevkarên serekî yên Washingtonê ye û mazûvanîya hêzên Amerîkî dike, lê hevdem bi Tehranê re jî peywendîyên germ didomîne.
Roja Înê, Trump got ku wî ji Xameneyî re nameyek şandîye û tê de ser peymana navokî pêşnîyara danûstandinan kirîye û hişyarî daye ku ger Îran vê red bike, wê operasyoneke leşkerî ya pêkan hebe.
Xameneyî, ku ser mijarên dewleta Îranê de xwedî gotina dawî ye, demûdest bersîv da Trump, ku Tehran wê bi "daxwazên nerastîn" û gefan bi rêka zextê danûstandinan neke.
"Danûstandin jibo wan rêyek e, ku bendewarîyên nû pênase bikin. Ev ne tenê mijara navokî ye ku ew niha li ser diaxifin; wan bendewarîyên nû danîne ku wê Îran pêk neyîne," wî di gotarekê de roja Şemîyê got.
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan jî Sêşemê, got ku Tehran wê bi gefên li ser serê wê danûstandinan neke, û ji Trump re got ku "ti çi dixwazî bike", medya fermî ya Îranê ragihand.
Îran û şeş hêzên mezin yên cîhanê di 2015’an de peymaneke navokî îmza kiribûn ku bi fermî wek Plana Berfireh ya Çalakîya Hevbeş (JCPOA) tê bi nav kirin.
Li gor peymanê Îran hevbîr bûbû ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike, stokên xwe yên navokî ragihîne û destûr bide kontrola Ajansa Enerjîya Atomê ya Navnetewî (IAEA). Di berdelê de jî Amerîka, YE û NY qebûl kiribûn ku toleyên xwe yên ser Îranê rakin.
Lê, di 2018’an de Donald Trump Serokê Amerîka yê wê demê ji peymanê vekişî û dijî Îranê toleyên tundtir ragihand bi taybet bo astengkirina petrol Îranê ku çavkanîya serekî ya dahata wî welatî ye.
Tehran heta vekişîna Washingtonê pabendî peymanê bû, lê piştre dest bi paşxistina sozên xwe kir.
Îran dibêje ku bernameya wê ya navokî tenê jibo armancên aştîyane ye û hilberîna çeka navokî red dike.
Lê, IAEA meha borî got ku Îranê asta dewlemedkirina Uranyumê gihandîye ji sedî 60 ku pir nêzî asta sedî 90 e ku jibo çêkirina bombeya navokî hewce dike.
Dîplomatên Îranî vê dawîyê bi Brîtanya, Fransa û Almanya re hevdîtinên navokî pêk anîne ku wezîrê derve yê Îranê Ebbas Araqcî îro got ku wê di demek nêz de jibo cara pêncan kom bin.
Roja Çarşemê, Çînê ragihand ku ewê di dawîya vê hefteyê de mazûvanîya danûstandinên navokî yên sêalî bi Rûsya û Îranê re bike.
Jêder: Reuters, AFP