Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Hîndarîyekê Dronên Xwe Diceribîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Îranê bo dronan û firokên bêmirov biceribîne dest bi hîndarîyan kiriye.

Amerîka ser dronên Îranê gotibû guman heye ku ew ji alîyê Rûsya ve li Ukrayna werin karanîn.

Reutersê dîyar ku 150 dron dê li beravên Îranê yên li Kendavê werin xebitandin û hîndarî dê di rojan bidome.

Îran dê bi hindarîyan şiyanên xwe yên şerê elektronîk test bike.

Tehran û hevbendên wê yên li Yemen, Sûrîye û Îraqê di salên dawî de bawerîyên xwe pirtir bi dronan tînin.

Washingtonê di serê vê mehê de dîyar kiribû hin Rûs li Îranê bo karanîna dronan têne perwerde kirin û dabû zanîn ku Tehran bo Rûsya li Ukrayna bi kar bîne plan dike ku bi sedan dronan bide Moskowê.

Îran îdiayên Amerîka ya ser dronên bo Rûsya red kir.

Piştî toleyên navneteweyî, Îran di salên dawî de endustrîya xwe ya bo çêkirina çekan pêşde bir.

XS
SM
MD
LG