Raporta bijîşkî ya fermî yê Îranê red dike ku keça Kurd Jîna Emînî jiber darbên di ser û lingên xwe de girtîye mirîye, dema ku ew ji alîyê polîsên ahlaqî ve li Tehranê hatibû dester kirin.
Raporta bijîşkî ya fermî dia dike ku Emînî bi sedema mercên berê yên saxlemîya xwe, jîyana xwe ji dest daye.
Naveroka raportê îro Înê ji hêla medya dewleta Îranê ve hat ragihandin.
Emînî ya 22 salî ji bajarê Saqiz ya li eyaleta Kurdistanê bû. Ew, di 13’ê Îlonê de jiber lixwekirina kincên ne guncaw, li Tehranê ji alîyê polîsên ahlaqî ve hatibû desteser kirin.
Emînî, pişti 3 rojan di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest dabû.
Polîsên Îranî dibêjin ku piştî wan Emînî jibo “perwerde” bir navenda hêzên ewlekarîyê, wê li wir krîza dil derbaz kiriye.
Lê, malbata Emînî dibêje ku li ser lingên wê birîn hebûn û ew polîs ji mirina qîza xwe berpirs dibînin.
Li gor raporta bijîşkî ya Îranê mirina Emînî ne jiber darbeke ser û lingên wê bûye û herwiha raport eşkere nake ku di laşê Emînî de ti birîn hebû yan na.
Rapor herwiha bal dikşîne ser mercên bijîşkî yên Emînî yên berê û dibêje ku wê di 8 salîya xwe de amelîyateke tumora mêjî derbaz kiriye.
Lê, malbata Emînî red dike ku pirsgirêkên wê yên dil hebûn.
Hikûmetê Îranê ragihand ku di derbarê mirina Emînî de lêpirsînek didome.
Xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlonê de di merasîma binerdkirina Emînî ya li bajarê Saqizê li eyaleta Kurdistanê destpê kirin û li seranserê welat belav bûn û niha ew xwenîşandan veguherîne pêla herî mezin ya protestoyên nerazîbûnê.
Hêzên ewlehîyê yên Îranê dijî xwepêşanderan gaza hêsir û rêkên din yên tepeserkirinê bi kar tînin.
Di xwepêşandaan de bi dirûşmên wek "mirin jo dictator re", xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.
Rexistinên mafên mirovan dîyar dikin ku di eciqandina xwepêşandanan de, xencî polîsan, milîsên Besîc, ku hêzeke girêdayî Pasdaran e, jî roleke girîng dilîzin.
Televîzyona dewletê îro Înê ji Tehranê dîmêna merasîmek girseyî ya endamekî Besîc weşand û got ku ew ji hêla xwepêşanderan bi kêrkirinê hatiye kuştin.
Hikûmeta Îranê, dewletên bîyanî yên wek Amerîka bi rêkxistina xwepêşandanan tawanbar dike û wan xwenîşandanan wek planeke dijminên Îranê bi nav dike.
Tehran welatên Rojavayî û komên opozîsyonê yên çekdar bi tundîtûjîyê tawanbar dike ku dibêje herî kêm 20 endamên hêzên ewlehîyê hatine kuştin.
Çavder, tevî zêdebûna xwenîşandnaên nerazîbûnê bawer nakin ku sîstema Komara Îslamî ya Îranê ber bi têkçûnê ye.
Tevî givaştinan, jin di çalakîyan de roleke serekî dilîzin, di xwepêşandanan de dirûşmên "Jin, Jîyan, Azadî têne bihîstin, dema ku ew çarşef, rûberk û serpoşkên xwe ji xwe dikin û dişewitînin.
Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 150 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.