Îranê roja Yekşemê bi boneya salvegera destdanîna ser Balyozxaneya Amerîkayê di sala 1979an de rêveçûnek li dar xist.
General Husên Selamî, serokê Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îranê li Tehranê axivî û got ku Îran dê di dawîyê de Îsraîl û Amerîka têk bibe.
"Em ê di dawiyê de wan têk bibin, ev dê di dîmenên pêşerojê de were dîtin."
Li Tehranê jî bi hezaran kes li ber deriyê Balyozxaneya berê ya Amerîkayê dirûşmên “Bimre Amerîka” û “Bimre Îsraîl” hildan.
Hinekan wêneyên kuştiyên payebilind ên komên çekdar ên hevalbendên Îranê hilgirtin, di nav wan de rêberê Hizbullah Hesen Nasrallah û rêberê Hamasê Yahya Sinwar.
Girseya ku ji aliyê dewletê ve hatin organîzekirin, dirûşmên "Amade ne ji bo parastina Filistîniyan" bilind kirin.
Çavkanî: AP