Berdevikê wezareta derve ya Îranê Îsmaîl Bexayî îro Pêncşemê got ku encamên hilbijartinên Amerîka jibo pêdeçûna helwestên şaş yên revebirîya Amerîka derfetek e.
"Jiber sîyaset û nêzîktîyên berê yên revebirîyên cuda yên Amerîkî tecrûbeyên me yên tal çêbûn. Hilbijartin derfetek e ku helwestên şaş yên berê werin nirxandin."
Bexayî piştî ku Donald Trump roja Çarşemê wek serokê Amerîka hat hilbijartin ev daxuyanî da û got ku jibo Îranê tiştê giirîng wê çawanîya nirxandina kiryarên revebirîya Amerîkî be.
Bi vegera Trump ya ser desthilata Amerîkî pêkan e ku Washington dijî Îranê toleyên tundtir ragihîne û Trump di 2018an de ji peymana navokî ya navbera Tehran û hêzên cîhanî vekişîbû.
Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan di Îlonê de gotibû ku Tehran amade ye dawî li girjîya navokî bi dewletên Rojavayî bîne ku Îranê bi çêkirina çekên atomî tawanbar dikin. Lê, Îran dibêje bernameya wê ya navokî tenê jibo armancên aştîyane ye.
Jêder: Reuters