Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington jiber Plana Kuştina Trump Dijî Zilamekî Îran Doz Vekir


Rêvebirîya Amerîka îro Înê dijî kesekî Îranî yê bi navê Ferhad Şakerî bi plana kuştina serokê hilbijartî Donald Trump, bi fermî tawanbar kir.

Wezareta Dadê di îdianameya dijî Şakerî yê 51 salî de got ku ew li ser fermana Pasadaran ya rejîma Îranê, bi cîhanîna plana kuştina Trump hatiye erkdar kirin.

Wezaretê dîyar kir ku Şakerî nehatiye girtin û tê texmîn kirin ku ew niha li Îranê ye.

Di gilînameya tawankarî de, ku li dadgeha Manhattanê hate tomar kirin, dozgerî îdia dike ku karbidestekî Pasdaran Şoreşê yên Îranê di meha Îlonê de ferman daye Şakerî ku planek jibo şopandin û kuştina Trump amade bike.

Wezareta Dadê herwiha du kesên din tawanbar kirine ku jibo kuştina rojnamevaneke Amerîkî ya rexnegira rejîma Îranê bû.

Li gor wezaretê navê wan Carlisle Rivera yê 49, ji Brooklyn û Jonathon Loadholt yê 36 salî ji Staten Island in û her du kes roja Pêncşemê derketin pêş dadgeha li New Yorkê û niha li benda darizandinê ne.

Di îdianameyê de hat gotin ku ji Şakerî hatîye xwestin ku di heft rojan de planekê amade bike ku Trump bikuje.

Li gor dokumentên dozgerîyê Şakerîv mirovekî Afganî yê û ew wekî zarok hatiye Amerîka û piştî ku jiber sûcê dizîyê, 14 salan li girtîgehê maye, di dawiya 2008an de hatiye dersînor kirin.

Wezareta Dadê da zanîn ku Şakerî, Rivera û Loadholt gîş bi kuştinkarî bi pere hatin tawanbar kirin û heta 10 sal cezayê girtîgehê ji wan re tê xwestin.

Ew herwiha bi çend tawanên şûştina diravan jî têne sucdar kirin ku dikarin heta 20 sal cezayê zindanê bigirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG