Di sala 2011’an de piştî ku li welatên Ereban serhildan dest pê kirin, ango di Bihara Erebî de, rola Îranê li Sûrîyê zêdetir derket pêş û heta Kanûna 2024’an jî ev rol li Sûrîyê dihat berdewamkirin.
Pispor radigîhînin ku dema êrîşên Heyat Tehrîr El Şam (HTŞ) dest pê kir û di 8 Kanûna 2024’an de jî Şam girt û rejîma Beşar Esed ket, êdî rola Îranê li Sûrîyê dawî bû.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî li ser van geşedanên dawî yên li Sûrîyê bertek nîşan dan:
“Hikûmeteke cîranê Sûrîyê di bûyerên ku li Sûrîyê qewimîn de roleke eşkere lîst. Lê hêza komploger û navenda sereke ya fermandariyê Amerîka û Îsraîl e. Belgeyên me hene ku cih ji gumanê re nahêle.”
Li gor pisporên dîplomatîk tê rahgihandin ku Îran di ketina rejîma Esed de Tirkîyê sucdar dike. Tê ragihandin ku HTŞ wek rêxistineke ku di bin perên Amerîka û Îsraîlê tevdigere ye û Tirkîyê jî di cîbicîkirina van êrîşan de piştgirî daye HTŞ’ê.
Pisporê Têkilîyên Navnetewî Dr. Alî Fuat Gokçe, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ji vir û pêda têkilîyên Îranê û Tirkîyê wê wek berê germ nebe.
“Di daxuyaniya ku li vir hatiye kirin de bi awayekî zelal tê dîtin ku mebest ji gotina ‘cîran’ Tirkîyê ye. Eşkere ye ku Tirkîyê niha him di warê leşkerî û him jî di warê sîyasî de li qadan çalak e. Lêbelê xuya ye ku pêvajoya Astana dawî bûye. Geşedan û daxuyanî li qadê vê yekê nîşan dide. Di vê pêvajoyê de mirov dikare bibêj ku welatên rojavayî, bi taybet jî Amerîka û Yektîtiya Ewrûpayê bandorker in.”
Piştî ku HTŞ’ê li Sûrîyê desthilatdarîya xwe pêk anî bêtirî 20 dewletan bi HTŞ’ê ketin têkilîyê, ku di nav wan de Îran û Rûsya jî hene. Gokçe vê yeke jî di ber çav re derbas dike û radigîhîne ku Îran û Rûsya wê li qadê bandora xwe berdewam bikin.
“Dema em li erdnîgariya Sûrîyê dinêrin, em dikarin pêşbînî bikin ku Îran û Rûsya ji bo zêdekirina bandora xwe di qadê de dê gavan bajêjin. Divê çavdêrî were kirin ku ev tevger dê li dijî Tirkîyê bin yan na? Ji ber ku em di pêvjoyeke ku li herêmê xebatên îstîxbaratê pir zêde ne re dansa dibin. Eger Îran tevgerek li gorî berjewendiyên xwe bike, dibe ku ev yek ji bo Tirkîyê encamên neyînî derxe holê. Lê ez bawerim ku bêtir tişt wê di nav demê de zelal bibe.”
Pisporê Têkilîyê Navnetewî û Parlementerê AKP'ê yê Berê Dr. Mazhar Bagli jî li ser geşedanên dawî rewşa Tirkîyê û Îranê ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
“Heta niha tilîyên Îranê li Yemen, Erebistana Saudî, Lubnan, Sûrîye, Îraq û gelek welatên din hene. Mudaxala Tirkîyê ya li Sûrîyê ji ber dijderketina rêxistinên terorê ye. Tirkîye PKK wek rêxistineke terorîst dibîne û li hemberî vê jî dixwaze ku di qadê de rê nede van rêxistinan. Lê em dizanin ku Îran van rêxistinan dihewîne û polîtîkayeke durû dimeşîne. Helbet li hember geşedanên Sûrîyê yên dawî ecizîyeke Îranê heye, lê Tirkîyê naxwaze ku li gel Îranê têkilîyên xwe xirab bike. Di demên berê de jî hin ragêşî di navbera Tirkîyê û Îranê de derketin lê têkilîyên wan berdewam kir.”