Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Ewlekarîya Îranê Dibêje li Sûrîyê Dijî Îsraîlê 'Berxwedana Nû' Derdikeve


Elî Ekber Ehmedîyan, Sekreterê Konseya Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê
Elî Ekber Ehmedîyan, Sekreterê Konseya Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê

Rêvebirê Ewlekarîya Îranê Elî Ekber Ehmedîyan got ku piştî têkbirina Serok Beşar el-Esed, jibo şerê dijî Îsraîlê wê li Sûrîyê komeke nû derkeve, medya dewletê ragihand.

Li gor ajansa nûçeyan IRNA`yê, Ehmedîyan got,"Bi dagîrkirina axa Sûrîyê ji alîyê Rejîma Siyonîst ve, berxwedaneke nû ava bûye ku wê di salên pêş de xwe nîşan bide."

Elî Ekber Ehmedîyan ku Sekreterê Konseya Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê ye, ev daxuyanî di derengîya roja Duşemê daye, li gor IRNA’yê.

Esed hevbendê dem dirêj yê Tehranê ji Sûrîyê revîya Rûsyayê, piştî ku hêzên serhildayan bi pêşengîya rêxistina îslamî ya Sunnî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) paytext Şamê piştî êrîşeke 12 rojan bi dest xistin û di 8’ê Berfanbarê de desthilatîya malbata Esad ya 50 salan têk birin.

Di hevdîtinekê de ligel wezîrê karên derve yê Umanê, Ehmediyan îdia kir ku piştî tekçûyîna Esad, li Sûrîyê ‘xeta berxwedanê,’ ku Îranê dijî Îsraîlê saz kiriye,"xels nebûye."

Ji tekçûyîna Esed di 8’ê Berfanbarê ve, Îsraîl bi sedan êrîşên esmanî bir ser navendên leşkerî yên Sûrîyê û got ku armanca wê ew e ku ew cîh nekevin destên dijminan.

Hêzên Îsraîlê herwiha herêma tampon ya di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî girtîye, ya di navbera Sûriyê û Girên Golanê ku Îsraîlê di şerê Ereb-Îsraîlî yê di 1967'an de bi dest xistibû.

Ev gava Îsraîlê ji alîyê serokê NY Antonio Guterres ve wek binpêkirina agirbesta 1974 di navbera her du welatan de hat pênase kirin.

Ji alîyê din ve, hevbendên Tehranê yên li Rojhilata Navîn jî; Hamas li Gaza û Hîzbullah li Lubnanê, ji destpêka şerê Gazayê di 2023’an ve, di pevçûnên bi Îsraîlê re rastî darbeyên giran hatine.

Li gor nûçeya IRNA`yê, di civîna roja Duşemê de, Ehmedîan destnîşan kiriye ku Îranê sîyaseta xwe ya navokî, ya li ser peydakirina çekên atomî "neguherandîye".

Meha borî wezîrê derve yê Îranê Ebbas Araqçî di hevpeyvînekê de bi rojnameya The Guardian re, li ser helwesta Îranê ya çêkên navokî axifî bû.

Araqçî gotibû ku jiber sozên ne bicîhkirî, wek rakirina toleyan, li Tehranê dilgiranî çêbûne, loma niqaşên ser gelo divê welat siyaseta xwe ya navokî biguherîne yan na, gûr bûne.

Îran bi armancên aştiyane ser mafdarîya xwedibûna enerjîya navokî israr dike û bi berdewamî armanca jibo pêşxistina kanîna çekên navokî red dike.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG