Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Piştî Azadkirina Amerîkîyan Li Benda 7 Milyar Dolaran E


Medyaya dewletê roja Yekşemê got Îran li benda berdana nêzîkî 7 milyar dolaran e ji dravên ku li derve hatine cemidandin, piştî ku wan destûr dayî Îranîyekî Amerîkî ji welatî derkeve û kurê wî jî ji girtîgehê azad kirî.

Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê got, destûr hat dayîn ku Baqur Namazî, yê 85 salî, ji Îranê derkeve ji bo dermankirina bijîjkî li derveyî welatî, û kurê wî Siamak, yê 50 salî, ji girtîgehê li Tehranê hate berdan.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê got: "Bi bidawîhatina danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê ji bo azadkirina girtiyên her du welatan, dê 7 milyar dolar ji çavkaniyên astengkirî yên Îranê bihên berdan."

Bi mîlyaran dolar diravên Îranê li çend welatan hatine cemidandin – taybetî li Çînê, Koreya Başûr û Japonyayê -- ji dema ku Amerîkayê ambargoyên tund li ser komara Îslamî di sala 2018an de jinûve sepandin piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji rêkeftina navokî ya Tehranê digel hêzên cîhanê.

Tehran Seul tawanbar kir ku 7 milyar dolar ji dravên wê "dîl" girtiye, çend caran bang li rayedarên Koreya Başûr kir ku wê serbest berde.

IRNAyê roja Yekşemê got: Waşîngton hevdem azadkirina welatiyên xwe yên girtî li Tehranê û azadkirina dravên Îranê li Koreya Başûr dişopîne.

Ew pêşveçûn di demekê de çêdibe ku danûstandinên ser vejandina peymana navokî ya 2015an ji Nîsana 2021an êreve berdewam dike ku ambargoyên ser Îranê sivik dike di berdela astengkirina bernameya wê ya navokî.

Îranê çendîn caran daxwaza rakirina ambargoyan kiriye, û herwiha garantî dixwaze ku Amerîka careke din ji rêkeftina vejandina peymanê dernekeve.

Baqur Namazî karbidestekî berê yê UNICEFê ye ku di Sibata 2016an de dema ku çûbû Îranê ji bo serbestberdana kurê xwe Simak û di Cotmeha sala borî de hatibû girtin.

Her du jî di Cotmeha 2016’an de bi tawana sîxuriyê hatibûn mehkûmkirin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Baqur Namazî di sala 2018an de ji ber rewşa wî ya tenduristiyê hat berdan û cezayê xwe di malê de dikêşa.

XS
SM
MD
LG