Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Tawanbarîyên Plana Kuştina Trump Red Dike


Îranê îro Çarşemê raportên medya Amerîkî red kir ku dibêjin planek Tehranê heye Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bikuje.

Televizyona CNN do Sêşemê ragihand ku desthilatdarên Amerîkî zanyarî ji "jêdereke mirovî" berî çend hefteyan wergirtine ku planeke Îranê dijî Trump heye. Dezgehên din yên ragihandinê yên Amerîkî jî ev nûçe belav kirine.

CNN got ku ti girêdana plana gumankirî ya Îranê bi teqekirina li Trump roja Şemîya borî nebû, ew ya ku berbijarê Komarî yê serokatîyê tê de birîndar bû.

Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkîa got ku “bi salan e ew gefeyên Îranê dijî karbidestên berê yên rêvebirîya Trump dişopîne,” piştî ku Îranê gef xwaribû ku tola kuştina generalê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî sala 2020’an di êrîşeke Amerîkî de hilîne.

Nûnertîya Îranê li Neteweyên Yekbûyî ev tawanbarî wekî “bêbingeh û xirab” binav kir.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî got ku Îran “bi tundî hebûna peywendîyê bi êrîşa çekdar ya vê dawîyê dijî Trump red dike.”

Lê belê wî got ku Îran “biryarder e ku Trump ser rola wî ya dîrekt di kuştina General Qasim Silêmanî de bide darizandin.”

Silêmanî serkêşîya baskê operasyonên derve yê Pasevanên Şoreşa Îslamî dikir.

Trump fermana kuştina Silêmanî bi êrîşeke dronan li nêzîk firokxaneya Bexdayê dabû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG