Derdora 4 hezar kes tevlî xwepêşandanekê bûn li Tehrana paytexta Îranê ji bo piştgiriya hikûmetê, di demekê de ku welat rastî zincîrek xwepêandanên protestokirinên abûrî tê.
Rêveçûna îro Şemiyê tê piştî du rojan ji xwepêşandanên bê rêdan li seranserî welêt.
Xwerpêşandertekî alîgirê hikûmetê bi navê Elî Ehmedî, Amerîka tawanbar kir bi hemî problemên abûrî yên Îranê.
Wî ji ajannsa Associated Press re got:
“Ew herdem dibêjin em piştgiriya xelkê Îranê dikin, lê divê kî biha bide?”
Protestoyên abûrî roja çarşemê destpê kirin.
Berpirs dibêjin dora 50 kesî hatine girtin.
Serokê Amerîka Donald Trump bi riya Tiwîterê piştgiriya xwe bo xwepêşanderan ragihand.