Piştî xebatên lêgerînê û rizgarkirinê yên zêdeyî 12 saetan, televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Reîsî û şandeya pêra mirin.
Gelo Karvedana mirina serokê Îranê û şanda bi wî re li Sûrîyê çawa ye?
Rejîma Sûrîyê, ku Îranê piştevanê wê yê serekî ye di şerê navxweyî de li welêt, şîna giştî ya fermî bo heyama sê rojan ragihand, li gor ajansa fermî SANA.
Li herêmên kurdên Sûrîyê heya dema amadekirina vê raportê, ne HSDê, ne MSDê û ne jî Rêveberîya xweser daxuyanî derbarê rûdanê de ne dane.
Sala 2022an li seranserê Îranê ser mirina Jîna Emînî protesto çêbûbûn ku Reîsî piştgirî dabû bêdengkirina opozisyonê ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve.
Wê demê pirtir ji 500 kesan canên xwe ji dest dan û pirtir ji 22,000 kes hatin desteserkirin
Ser social media li herêmên kurdên Sûrîyê wêneyên Jîna Emînî bi nûçeya mirina serokê Îranê bi berfirehî hat parvekirin.
Çavdêrên rewşa Sîyasî yên kurdên Sûrîyê bawer dikin ku mirina serokê Îranê Raîsî wê bandorekê ser rola Îranê li Sûrîyê bike. Lê Çalakvanê sîyasî Zîwer Şêxo dibêje wê evê guhertinê mezin çê neke.
Li gorî Şêxo ku rola Îranê ya dervayî sînorê wê, bi taybetî li Sûrîyê di destê rêberê olî yên Îranê de ye.
"Mirina Reîsî wê bandore li rola Îranê li Sûrîyê neke," Şêxo got.
Di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, Îranê piştevana sereke ya rejîma Sûrîyê ye.
Li gorî navenda Cisûr ya lêkolînan, Îranê li Sûrîyê xwedî 570 xalên leşkerî ye, di nav de jî 55 bingehên mezin.
Şîrovekarên rewşa leşkerî li Sûrîyê di wê bawerîyê de ku doseya Sûrîyê di destê rêberê olî û Pasdarên Şoreşa Îranê de ye.
Şîrovekarê rewşa leşkerî û efserê artêşa Sûrî yê berê Ehmed Rehal dibêje ku sîstema birêvebirinê li Îranê girêdana wê bi serokê komarê tune.
"Mirina Reîsî tiştekî naguhêre," Rehal got.
Li Sûrîyê karvedana mirina serokê Îranê û şanda bi wî re ji hev cûda ye, rêjîm şînî ragihand, û deverên din tevî ne eşkere be jî pîrozbahî hat kirin.