Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHRNGO: Di Xwepêşandanên Îranê de Heta Niha Herî Kêm 326 Kes Hatine Kuştin


Greva Xwendekarên Zanîngehê li Tehranê
Greva Xwendekarên Zanîngehê li Tehranê

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku di xwepêşandanên li seranserî welêt de herî kêm 326 kes ji wan 43 zarok û 25 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

IHRNGO bang li civaka navneteweyî dike ku bi kiryareke tund û di dema xwe de li hember kuştina gelê Îranê raweste û dûpat dike ku pêwîst e mekanîzmeke bê avakirin ji bo berpirsyargirtina rayedarên Komara Îslamî ya Îranê li hember binpêkirina hovane ya mafên mirovan.

Birêvebirê rêxistinê Mehmûd Emirî Muqedem got: "Damezrandina mekanîzmeke lêkolînê û hesabpirsînê ya navnetewî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve dê him proseya berpirsyargirtina tawanbaran di pêşerojê de hêsan bike û him jî cezakirina tepeserkirina berdewam ji aliyê Komara Îslamî ve zêde bike."

Li gorî agahiyên ku IHRNGO bi dest xistine, xwepêşander li 22 parêzgehan hatine kuştin ku herî zêde li Sîstan û Belûşistan, Tehran, Mazenderan, Kurdistan û Gîlanê hatine kuştin.

Wê got, herî zêde mirin di 21, 22 û 30ê Îlonê de "Îna bixwîn a Belûşistanê" hatin tomarkirin. Vê mehê, 4ê Mijdarê bi 16 mirinan roja herî bi xwîn bû.

Girtin Li gorî raportên fermî, bi dehan xwepêşander bi tawanên ewlehiyê yên wekî (dijminatiya xwedê) û (gendeliya li ser rûyê erdê) hatine tawanbarkirin ku cezayê sêdarekirinê lê tê birîn.

IHRNGO dibêje dîrok û belgeyên niha yên Komara Îslamî nîşan didin ku ew bi niyaz in cezayê sêdarekirinê wekî amûreke tepeserkirina siyasî ji bo tirsandina opozîsyona xwe bikar bînin. Herî kêm neh xwepêşander heta niha ji ber tawanên ewlekarî hatine dadgehkirin û di bin metirsiya bidarvekirina bilez de ne, li gor IHRNGO.

IHRNGO bal kişand ser wê yekê ku "raportên kuştina xwepêşanderan di çend rojên dawî de hîn jî têne lêkolînkirin. IHRNGO rêjeyeke zêde ya raporên mirinan wergirtine ku lêkolîna wan di nav qutkirina înternetê didome. Ji ber vê yekê hejmara rastî ya mirovên hatine kuştin, zêdetir e."

Çavkanî: IHRNGO

XS
SM
MD
LG