Wezîrê derve yê Îranê Hossein Amirabdullahian îro Şemiyê got Îran amade ye di cih de rêkeftinekê encam bide li dor nûvejandina rêkeftina navokî ya 2015an li gel hêzên mezin yên cîhanê, eger welatên Rojavayî niyazeke rasteqîn hebe.
Amirabdollahian di twîteke xwe de got:
“Pêdaçûneke rijd di reşnivîsa rekeftinê de... Hêlên me yên sor ji aliyên Rojavayî re diyar in. Em amade ne rêkeftineke baş encam bidin, eger wan niyazeke rasteqîn hebe.”
Roja Înê berpirsekî wezareta derve ya Amerîkayê gotibû ku pêşketineke girîng di hefteya borî de bûye li dor nûvejandina rêkeftinê, lê kêşeyên gelekî dijwar hîn mane.
Peyvdara Koşka Spî Jen Psakî jî heman axaftin kiribû û nîşan bi dijwarbûna kêşyên mayî da.