Ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê IRNA ragihand ku sîxurekî ajansa îstîxbarata Mosad ya Îsraîlê îro Şemîyê li parêzgeha Sîstan-Belûçistan ya başûrê rojhilatê Îranê hatiye darvekirin.
"Ev kes bi ajansên biyanî, bi taybet jî bi Mosad re di nava têkilîyê de bû, agahîyên nepenî berhev dikir û bi beşdarbûna bi hevkaran, ji bo ajansên biyanî belge peyda dikirin, ku di nav de Mossad jî hebû" IRNA got.
Lê, IRNA’yê navê kesê ku hatiye darvekirin eşkere nekir.
Wê got ku wî kesî bi armanca "propagandaya kom û rêxistinên dijberî Komara Îslamî" zanyarîyên nepenî radestî "karbidestekî Mosadê" kirine. Lê, ajansê dem û cîhê wê bûyerê eşkere nekir.
Nehat zanîn ka ew kes kengî hatiye girtin, lê IRNAyê ragihand ku serlêdana wî hatiye redkirin.
Darvekirina wî kesî li girtîgeheke li Zehadan ya Sîstan-Belûçistanê pêk hatiye, rojek piştî ku milîtanên Belûçî êrîşê navendeke polîsan ya li wê eyaletê kirin û 11 polîsên Îranî kuştin û jimareke din jî birîndar kirin.
Di encama şer û pevçûnan de 2 çekdarên koma Ceyş El-Edl jî hatin kuştin.
Parêzgeha xizan ya Sîstan-Belûçistan bi Afganîstan û Pakistanê re hevsînor e, ku ev demek dirêj e bûye qada şer û pevçûnên di navbera hêzên Îranî û mîlîtanên Sunnî de.
Şênîyên parêzgehê bi gelemperî misilmanên sunnî ne, lê piraniya Îraniyan şîaa ne.
Jêder: Reuters